Hevserokê DBP’a Mêrdînê Ocalan hate girtin
Hevserokê DBP’a Mêrdînê Omer Ocalan ê bi “endamtiya rêxistinê” dihat sûcdarkirin bi 4 kesan re hate girtin.

27’ê Nîsanê di serdegirtinên li navçeyên Qoser û Kerboran ên Mêrdînê di serdegirtina malan de Hevserokê DBP'a Mêrdînê Omer Ocalan, Asya Gezer, Osman Demîr, Hamza Dîkmen, Cûmhûr Altaş û Mûrat Koçek ên hatibûn binçavkirin, piştî li Qereqola Jendermeyan a Rişmilê îfadeya wi hat girtin, ew sewqî edliyeyê kirin. Piştî ji hêla dozger ve îfade hatin girtin, bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" û daxwaza girtinê ew sewqî Dadgeha Sûlh Ceza ya Mêrdînê kirin.
Der heqê Omer Ocalan, Asya Gezer, Osman Demîr, Hamza Dîkmen, Cûmhûr Altaş biryara girtinê da. Mûrat Koçek serbest hate berdan.
4 kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.
Piştî biryarê bav Mehmet Ocalan ji çapemeniyê re axivî, ji bo biryarê wiha got: “Li gor nêrîna me ev ne hiqûqî ye. Ev biryarek siyasî ye. Omer mirovekî demokrasî û aştîxwaz e. Lê mixabin, li ser axên Kurdan hiqûq naxebite. Hikûmet tevî rastiyan qebûl nake, kesên rastiyan dibêje jî digirin. Lê, çi dikin bila bikin wê rojekê rastî azad bibe. Û em bawer in ku rojekê wê şerê li ser axa Kurdan bi dawî bibe. Hêviya me ev e.”