Hevserokatiya Kantona Cizîrê sûcên beriya 4'ê Nîsanê efû kir

Hevserokatiya Kantona Cizîrê biryara efûyê ya hemû sûcên beriya 4’ê Nîsanê hatine pêkanîn, erê kir.

Hevserokatiya Kantona Cizîrê biryara efûyê ya hemû sûcên beriya 4’ê Nîsanê hatine pêkanîn, erê kir.

Hevserokên Kantona Cizîrê Hêva Erebo û Şêx Himêdî Deham El-Hadî biryara efûya giştî ya ji bo sûcên beriya 4’ê Nîsana 2016’an hatine kirin erê kir. Her kes wê ji vê biryarê sûd werdigire bêyî ku li sifeta wan a leşkerî an jî sivîl were nerîn.

Li gorî xalên biryara efûyê, hemû kesên ku beriya 4’ê Nîsanê ji bo sûcekî hatine girtin û der barê wan de biryareke hatibe standin an jî nehatibe standin, wê ji vê biryarê sûdê werdigrin.

Hemû sûcên di asta lêpirsînê de jî, dikevin çarçoveya vê biryara Efrûyê.