Hevşaredarên Peyas û Yenîşehîrê hatin binçavkirin

Polîsên Tirk avêtin ser Şaredariyên Peyas û Yenîşehîrê yên DBP'yî. Di serdegirtinan de hevşaredar hatin binçavkirin.

Polîsên dewleta Tirk danê vê sibehê avêtin ser avahiyên Şaredariyên Peyas û Yenîşehîrê yên Amedê. Di heman demê de avêtin ser malên Hevşaredarên van navçeyan.

Di encama serdegirtinan de Hevşaredarê Peyasê Mehmet Alî Aydin û Hevşaredarê Yenîşehîrê Selîm Kûrbanoglû hatin binçavkirin.

Polîsên Tirk ên ketin odeya hevşaredar a Şaredariya Peyasê, lêgerîn kirin û dest danîn ser hin dosyayan.

Lêgerîn li avahiya Şaredariya Yenîşehîrê hê jî dewam dike.

Walîtiya Tirk a li Amedê, di 28'ê Mijdarê de hemû erkên Şaredariyên DBP'yî yên Rezan, Bismil, Çina, Pîran, Egil, Hezro, Peyas, Karaz, Pasûr, Licê û Yenîşehîrê bi destûra qeymeqamtiyên xwe ve girê da bû.