Hevşaredarê Şemzînanê hate girtin
Hevşaredarê Şemzînanê Seferî Yilmaz bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hate girtin.
Hevşaredarê Şemzînanê Seferî Yilmaz bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hate girtin.
Hevşaredarê Şemzînanê Seferî Yilmaz, ku di operasyonên qirkirina siyasî de berî 3 rojan li navçeya Şemzînan a Colemêrgê hatibû binçavkirin, duh bi şev birin edliyeyê.
Dozgeriya Tirk piştî ku îfadeya Yilmaz girt, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" ji bo girtinê ew sewqî dadgehê kir. Dadgeha Tirk jî biryara girtina Yilmaz da.
Di heman serdegirtinê de hevjîna Yilmaz Pinar Çaçan û 4 kesên din jî hatibûn binçavkirin. Her pênc kes hê jî di binê çavan de ne.