Hevşaredarê Erdîşê sirgûnî Girtîgeha Sîncanê hat kirin
Hevşaredarê Erdîşê Abdurrahman Çagan sirgûnî Girtîgeha Sîncan a Enqereyê hat kirin.
Hevşaredarê Erdîşê Abdurrahman Çagan sirgûnî Girtîgeha Sîncan a Enqereyê hat kirin.
Hevşaredarê Erdîşê Abdurrahma Çagan ê bi bahaneya "beşdarî ragihandina xwerêveberiyê bûye" hefteya derbasbûyî hat girtin, duh danê êvarê ji Girtîgeha Tîpa F ya Wanê sirgûnî Girtîgeha Sîncan a Enqereyê hat kirin. Sedema sirgûnkirina Çagan ji malbatê re nehat ragihandin.
Xebatkarên Şaredariyê jî nerazîbûn nîşanî girtina Hevşaredarê xwe Abdurrahman Çagan dan.
Cîgira Hevşaredarên Erdîşê Guler Avci di civîna Meclîsa Şaredariyê de axivî û got, "Em vê nêzîkatiyê qebûl nakin û dixwazin hevşaredarên me û hevalên me yên girtî bên berdan."