Hevşaredarê Erdîşê Çagan hate girtin
Hevşaredarê Erdîşê Abdurrahman Çagan ku hatibû binçavkirin hate girtin.
Hevşaredarê Erdîşê Abdurrahman Çagan ku hatibû binçavkirin hate girtin.
Hevşaredarê Erdîşê Abdurrahman Çagan ê ku der barê wî de bi hinceta tevlî daxuyaniya xwerêveberiyê bûye biryara lêgerînê hebû, ji aliyê leşkeran ve hate binçavkirin. Çagan dema li gel malbata xwe ji gundê Şahbazar dihate navçeyê wesayîta wî hate rawestandin û piştî venêrîna nasnameyê hate binçavkirin. Çagan piştî sewqî Dozgeriya Komarê ya Erdîşê hate kirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin. Çagan, ji aliyê dadgehê ve bi îdîaya "Tevli îlana xwerêveberiyê bûye" hate girtin û şandin Girtîgeha Tipa F a Wanê.