Hevşaredara Hezexê Gîrasûn hat binçavkirin

Hevşaredara Hezexê Nevîn Oyman Gîrasûn, di serdegirtina mala xwe de ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hat binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Hezexê.

Polîsên tîmên taybet ên dewleta Tirk, nîvê şevê avêtin ser mala Gîrasûn a li kolana Adîle Naşît a li taxa Atakentê. Piştî lêgerîna bi saetan a li vê derê, Hevşaredar Gîrasûn binçav kirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Hezexê.

Der barê sedema binçavkirina Gîrasûn de ti agahî bi dest neket. Hevşaredar Mehdî Aslan jî di 21'ê Nîsanê de di serdegirtina Navenda Çand û Hunerê ya Hezexê de ji aliyê tîmên taybet ve hatibû binçavkirin.

Li aliyê din, polîsên dewleta Tirk avêtin ser gelek malên li taxa Tûrgût Ozal.