Hevşaredara DBP’ê hat binçavkirin

Hevşaredara DBP’ê ya Sêrtê Belkiza Beştaş Epozdemîr a ku erk jê hatibû girtin, hate binçavkirin. 

Hevşaredara DBP’ê ya Sêrtê Belkiza Baştaş Epozdemîr a ku erk jê hatibû girtin, danê sibehê li mala xwe hate binçavkirin. Epozdemîr a ku sedema girtina wê nehat hînbûn, birin Midûriyeta Emniyetê a bajêr. 

17 Mijdarê piştî erkdarkirina qeyûm, Hevşaredarên DBP’ê Tûncer Bakirhan û Belkiza Beştaş Epozdemîr ji erkê hatibûn girtin û Tûncer Bakirhan hatibû girtin.