Heta niha 550 malbat derbasî Kobanê bûne

Komîsyona vegerê ya li Pirsûsê hat avakirin ragihand, ku piştî navenda bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin, heta niah 550 malbat derbasî Kobanê bûne.

Komîsyona vegerê ya li Pirsûsê hat avakirin ragihand, ku piştî navenda bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin, heta niah 550 malbat derbasî Kobanê bûne. Rayedarên komîsyonê dan zanîn ku rojan bi qasî 400-500 vegeriyane Kobanê û heta roja îro 400 jin û 4 hezar zarok vegeriyane Kobanê.

Rayedarên Komîsyona Vegerê ya Kantona Kobanê jî ragihandin ku hemû Kobaniyan ji bo vegerê serî li wan dane. Kobaniyên dixwazin vegerin serî li komîsyona li avahiay DBP'ê ya Pirsûsê didin û di bin koordîneya komîsyonê de ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê derbas dibin. Kobaniyên deriyê sînor derbas dikin jî ji aliyê endamên komîsyonê ve tên pêşwazîkirin û bi awayekî koordîneyî li malan tên bicihkirin.

HETA NIHA ZÊDEYÎ 500 MALBAT DERBASÎ KOBANÊ BÛN

Li gorî agahiyên ji endamên Komîsyona Vegerê hatin wergirtin, rojane si sedan kes ji bo vegerin serî li komîsyonê didin û rojane 10 malbat di nav de bi giştî 400-500 kes bi awayekî koordîneyî derbasî Kobanê dibin. Endamên komîsyonê dan zanîn ku heta niha 400 jin û 5000 zarok jî di nav de 550 malbatên Kobaniyî vegeriyane û diyar kirin ku 430 ji van malbatan ji navçeya Pirsûsê, 120 malbat jî ji bajarên Dîlok, Amed û Meletiyê vegeriyane. Bi vegerê re liv û tevgera li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê zêde bû.

Ehmedê Cido yê ku ji gundê Qişlê jî vegeriya wiha axivî: “Em birayê biçûk bûn û em hatin cem birayê xwe yê mezin. Ji bo keda birayên me yên bakur em gelek kêfxweşin. Em niha xatirê xwe ji we dixwazin û em ê herin Kobanê ya xwe. Xwîna şehîdên keç û xortên kurdan bû hebûna kurdan. Dema ku em penaber bûn me digot êdî em ti caran nikarin vegerin Kobanê lê bi xêra şehîdan em ê carek din vegerin bajarê azad."

Welatiya li wargeha Kader Ortakkaya dimîne Yazê Mislim (25) jî got ku em li benda vegera Kobanê ne û wiha axivî: “ Em telefon dikin ji me re dibêjin ku bajar hêj tijî cenazeyên çeteyane û her wiha hemû cih mayîn hene û bombe hatine çandin. Lê em sebir nakin û em dixwazin vegerin welatê xwe. Heya 21'ê adarê divê em li Kobanê bin. Li ser girê Miştenûrê agirê pîroz bi berxwedana Arîn Mîrxanan dadin.”