Hestiyên 11 kesan di yek darbestê de

Hestiyê 11 kesên di komkujiya Dêrsimê de hatibûn qetilkirin piştî 78 salan di yek darbestê de bi lorikan hat definkirin.Di axaftinên di merasîmê de hate gotin ku hişmendiya qirkirinê hê jî tê parastin.

Li Dersîmê di bîranîan qirkirina sala 1937-38’an de, Di salên 1937-38'an de li dijî gelê Dêrsimê komkujî pêk hatibû. Di komkujiya Dêrsimê de li gundê Sera Sukê yê Xozat di 14'ê Tebaxa 1938'an de ji malbata Baran û Canan 11 kes hatibûn kuştin. Di kolandina 14-15'e Nisana 2015'an de hestî hatibun dîtin û piştî testa DNA'yê hat tespîtkirin ku hestî aîdî malbata Baran û Canan in. Malbatan piştî testa DNA'yê hestiyê 11 kesan girtin û piştî 78 sal û şûnde di yek darbestê de defin kirin. Malbatan hestî xistin yek darbestê û bi potê sor û pûşiya Dêrsimê defin kirin.Dersîmiyan li ser darbestê bi gulên spî û çelengan li ser lorandin, goristana ku malbata Baran û Canan hatin definkirin, bi wêneyên Seyît Tûrabî Baran û çelengan xemilandin.

Li ser navê Însyatîfa Sera Suke ya ku ji aliyê malbatan ve hate avakirin Sûat Baran axivî û wiha got: “Îro 4’ê Gulan ye. Îro ji bo me êşeke hê girantir e. Em nasnameya 24 mezinên xwe radikin, em xizmên xwe yên sala 1938’an hatine qetilkirin bi bîr tînin. Em li vir dibêjin ku; hestiyê van 24 kesan parçeyek ji qetlîama Dersîmê ne. Malên din ên hatine qetilkirin jî parçeyek din in.”

 ‘BUYERÊN KU ÎRO TÊN JIYÎN JI PÊVAJOYA QIRKIRINÊ NE CUDA NE’

Baran, wiha axivî: “Pilanek ya vê dewletê, biyarên ku ji meclîsê girtin dixwazin baweriya gel, Elewiyên Kizilbaş, qetil bikin û vê kaniyê biçikînin. Tinekirina Dersîmê tê wateya tinekirina Kurdistanê. Ev hişmendî ne tenê bi awayê fîzîkî, bi fikirînê jî dixwaze tine bike. Di kesayetên Pîrên Agûçanan de dixwazin maf û edaletê tine bikin. Dema Seyîd Riza li Elezîzê dimeşiya digot ‘Em zarokên Kerbelayê ne. Em bê guneh in. Yên ku di van şkeftan hatin qetilkirin jî heman tişt gotin. Îro jî Kerbela anîne çar parçeyên welatê me. Yên ku Kerbelayê li her derê didin jiyîn, em hişmendiya wan şermezar dikin.”

Baran da xuyakirin ku bûyerên îro tên jiyîn ji pêvajoya qirkirinê ne cuda ne û wiha anî ziman: “Divê Dersîm ne tenê xwedî li Kerbelaya xwe derkeve, ji Kobanê destpê bike heta çar parçeyên Kurdistanê xwedî li hemû Kerbelayên xwe derkeve. Eger hûn îro xwedî li van dernekevin, ew ziman ji we dûr bikeve, ew mal ji we dûr bikeve. Eger hûn bêjin ‘Em ê xwedî li ziman, çand û baweriyên xwe derkevin’, xwedî li vê têkoşîna bi maf û edaletê derkevin.”

Parêzer Cihan Soylemez jî encama Saziya Tipa Edlî vegot û wiha got: "2 kesên 13-14 salî, kesekî 4-5 salî, kesekî 5-6 salî, kesekî 6-7 salî, 7 zarok, bi giştî cenazeyên 11 kesan hatin derxistin."

LI HER BIHOSTA KURDISTANÊ HESTÎ DERDIKEVIN

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek ji anî ziman ku ji her bihosta Kurdistanê hestî derdikevin û wiha got: "Komkujiya Dersîmê encama hişmendiya Kemalîzmê ye. Nêzî 50 hezar mirovên me yên Elewiyên Kurd li vir hatin qetilkirin. Ji ber feraseta dewletê qebûl nekirin hatin qetilkirin. Ji ber zimanê xwe xwestin û çanda xwe xwestin hatin qetilkirin. Yekî li Dersîmê û yê din jî li Cizîrê komkujî pêk anîn. 90 sal in di hişmendiya dewletê ya li hemberî Kurdan de tiştek nehatiye guhertin."

Hevberdevka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak jî axaftin kirin û diyar kirin ku wê têkoşîna wan berdewam bike. Piştre darbesta wan bi pûşîya Dersîmê û qurnefilan hat definkirin. Piştre li ser gorê find hatin pêxistin û bi qurnefilan hatin xemilandin. Piştî merasimê li Qada Seyîd Riza kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin hatin bibîranin.

Herî dawî dayika Mehmet Tunç lorîna ji bo Cizîrê got.