BI DÎMEN

Heskîfa kevnare bi rengê biharê xemilî

Dewleta Tirk hewl dide Heskîfa 12 hezar salî di nava ava Bendava Ilisûyê de bihêle. Gelê herêmê tevî vê gefê jî bi biryar e ku bajarê xwe neterikîne û jiyana xwe ya rojane didomîne.

Dewleta Tirk hewl dide Heskîfa 12 hezar salî di nava ava Bendava Ilisûyê de bihêle. Gelê herêmê tevî vê gefê jî bi biryar e ku bajarê xwe neterikîne û jiyana xwe ya rojane didomîne.

Li dergûşa mirovahiyên Mezopotamyayê; yek ji bajarên kevnare Heskîf a 12 hezar salî ev 50 sal in bi gefa bendavê re rû bi rû ye. Şêniyên herêmê bi biryar in ku vê mîrateya mirovahiyê neterikîne. Welatiyên ku bi hatina biharê re dest bi karên xwe yên sewalkariyê dikin, mihiyan diqusînin û jiyana xwe ya rojane didomînin. Gelê herêmê, ku pêkhatina meş û sempozyûman li navçeyê rewşeke asayî dibîne dibêje, wan pereyê ku dewletê di berdêla erd û malên wan de pêşkêşî wan kirine, qebûl nekirine.

Ji ber ku herêm li gera tûrîstên herêmî û biyanî hatiye girtin, esnaf tengav bûye. Gelên li herêmê her sal bi bihareke bi heybet vî bajarê antîk ê Çemê Dîcleyê pêşwazî dikin. Gefa bendavê ya 50 sal in dewam dike, ne xema wan e.

...