'Herî dawî jî ji bo azadiya Kurdistanê canê xwe feda kir'

Gerîlayê HPG’ê Mustafa Kiliç (Şevger Bismil) ê li çoltera Licê ya Amedê di êrîşa artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da bi merasîmekê li Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar hat defnkirin.

Gerîlayê HPG’ê Mustafa Kiliç (Şevger Bismil) ê li çoltera Licê ya Amedê di êrîşa artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da bi merasîmekê li Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar hat defnkirin.

Mertalên zindî cenazeyê gerîlayê HPG’ê yê li bejahiya gundê Çat ê navçeya Licê ya Amedê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da anîn Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar a li Taxa Sîsê. Birayê gerîlayê HPG’ê Kiliç, Huseyîn Kiliç ê di merasîma cenaze de axivî diyar kir ku yekane xeyalê Mustafa ev bû ku li çiyayên Kurdistanê şer bike û got: "Mustafa hê ji zaroktiya xwe de dixwest li çiyayên Kurdistanê şer bike. Herî dawî jî ji bo azadiya Kurdistanê canê xwe feda kir. Serê gelê Kurd sax be.”

Hevseroka Şaxa MEYA-DER a Amedê Ayşe Dîcle jî diyar kir ku wê xwedî li mîrasa şervanên azadiyê yên di rêya azadiyê de canê xwe feda kirine derkevin.

Piştî axaftinan cenazeyê Kiliç bi tilîliyan spartin axê.