Herêmeke hezar kîlometre kare ji çeteyan hate paqijkirin

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, diyar kir ku di operasyona 15 rojan a Şehîd Fermandar Faysal Ebû Leyla de herêmeke 1.000 kîlometre kare ji çeteyên DAIŞ’ê hatiye paqijkirin û azadkirin.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, bîlançoya 15 rojan a Operasyona Şehîd Fermandar Faysal Ebû Leyla eşkere kir.

Di daxuyaniya li gundê Gabîr Kebîr de, Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Adnan Ebû Emced daxuyanî xwend. Berdevkê QSD’ê Şervan Dervîş jî amade bû.

Ebû Emced diyar kir ku di nava 15 rojan de herêmeke hezar kîlometre kare ji çeteyan hate paqijkirin, nêzî hezar çete jî hatine kuştin.

Emced anî ziman ku 560 cenazeyên çeteyan û beşek zêde ya çek û cebilxaneyan ketine destê wan.

Adnan Ebû Emced da zanîn ku bajêr ji aliyê wan ve hatiye dorpêçkirin, ji ber ku çete welatiyên sivîl weke mertalên zindî bi kar tînin, ew bi hişyarî û baldarî tevdigerin.

Agahiyên zêdetir wê bên…