Herêma 'ewlekariyê' gefê li jiyana hirçan jî dixwe

Li Geliyê Mûnzûrê yê Dersîmê ku ji aliyê dewleta Tirk ve weke "Herêma Ewlekariyê ya Taybet" hat ragihandin, hirça mê û çêlikên wê, hewl didin jiyana xwe bidomînin.

Li Geliyê Mûnzûrê yê Dersîmê ku ji aliyê dewleta Tirk ve weke "Herêma Ewlekariyê ya Taybet" hat ragihandin, hirça mê û çêlikên wê, hewl didin jiyana xwe bidomînin.

Polîtîkayên şer ên dewleta Tirk, ku di çarçoveya 'Plana Têkbirinê' de tên meşandin, zerareke mezin didin jiyan û xwezayê.

Ji ber operasyon û bomberdûmana li daristana Pulurê, heywanên li vê herêmê ji neçarî cihên xwe terikandin û hewl didin li qiraxa rêya Dersîm-Pulurê bijîn.

Lê li vê derê jî dibin hedefa nêçirvanan. Hirça mê û çêlikên wê yên ji ber bomberdûmanê ji Geliyê Mûnzûrê reviyan, hewl didin jiyana xwe bidomînin.

...