Helince: Ji bo zirar negihêje sivîlan em bi tevdîr tevdigerin
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Baz Helînce diyar kir ku dibe rizgarkirina Minbicê hê bi leztir be, lê ji bo zirar negihêje gel ê dîl hatiye girtin bi tevdîr tevdigerin.
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Baz Helînce diyar kir ku dibe rizgarkirina Minbicê hê bi leztir be, lê ji bo zirar negihêje gel ê dîl hatiye girtin bi tevdîr tevdigerin.
Operasyona rizgarkirina Minbicê ber bi dawî ve tê. Çeperên ku çeteyan li dijî şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê xwe tê de bi cih kiribûn jî yek bi yek tên paqijkirin. Yek ji van qadan jî Dewara Cizîre ye ku li rojhilatê Minbicê dimîne.
Ev fetlenoka ku 30’ê Tîrmehê ket kontrola şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, gelekî nêzî sûka navedî ya bajêr e. Ji Dewara Cizîrê pêşdeçûyina şervanan didome, gel jî herikîna ber bi qadên azad didomîne.
Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Baz Helînce danasîna Dewara Cizîrê ji ajansa me re kir, bi taybet destnîşan kir ku rizgarkirina bajêr pir kêm maye.
Helînce yê di azadkirina Dewara Cizîr de cih girt wiha axivî: “Niha ji vê deverê re Dewara Cizîr tê gotin. Ev yek ji fetlanokên herî girîng e ku li rojhilatê bajêr cih digire. Di hatina vir de gelekî ked hate dayîn. Rêyên ji Cizîr û Kobanê tên li vir hevûdu dibirin û ber bi navenda bajêr dewam dikin û li sûka bajêr digihêjin Dewara Qazê. Jixwe mesafe nêz e. Bi rizgarkirina vir jî li avahiyên bilind ên li sûka navendî ya bajêr serweriya me zêdetir bû. Bi dorpêça ku em li çeteyan teng dikin jî çete ketine kontrola me.”
Helînce bal kişand ku dibe rizgarkirina Minbicê hê leztir bibe, ragihand ku ji bilî şerê bi çeteyan re, zêdetir gel ê dîl hatiye girtin difikirin û ji ber vê jî bi tevdîr tevdigerin.
Helînce got, “Her roj bi sedan sivîl diherikin qadên ku me rizgar kirine. Dibêjin ku çete bi zorê dikevin malan û xwe tê de vedişêrin. Ji ber em jî van dizanin, em bi tevdîr tevdigerin. Em bi ti şêwazî naxwazin ku gel zirarê bibîne, bê qetilkirin” û ragihand ku di şerê du mehan de encamên gelekî girîng bi dest xistine.
Helînce anî ziman ku an wê çete teslîm bibin an jî îmha bibin, diyar kir ku çeteyên bi zorê dikevin malên gel û çeperan çêdikin, dikevin nav gel û hewl didin birevin.
Her wiha Helînce destnîşan kir ku piştî ev şikestina çeteyan êdî rizgarkirina Minbicê gelekî nêz e.