Helîkopterên deweta Tirk li ser sînorê Tirbespiyê digerin

Helîkopterên artêşa dagirker a Tirk li ser sînorê Tirbespiyê digerin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, helîkopterên artêşa Tirk ji saet 20:00’an û  vir ve li ser gundê Etba û Kela Hesnakiyê yên ku 5 km dikeve bakurrojavayê Tirbespiyê digerin. Hat ragihandin ku helîkopter li dora gund fîşengên ronahiyê davêjin.

Tê zanîn ku dewleta Tirk di navbera herdu gundan de hejmara leşkerên xwe zêde kiriye.