Operasyona li herêma sêgoşeay Mûş, Çewlîk û Amedê destpê kiri bû bi piştgiriya helîkopteran didome. Helîkopterên ku tevlî operasyonê dibin çiya bombe dikin û koçerên ku derketine zozanan jî ji herêmê derdixin.
Operasyona li sêgoşeya Mûş, Çewlîk û Amedê berdewam dikin. Leşkerên derketine operasyonê zextan li koçeran dikin û dixwazin zozanan vala bikin. 5 roj berê piştî gêrîlayên HPG'ê Serokê Rêxistina AKP'ê yê Pasurê Veysel Çelîk girtin, li herêmê operasyona leşkerî hate destpêkirin û hêj didome. welatiyên li gundên Zovark, Reyîl, Darbî û Badînek yên girêdayî Mûşê diyar kirin ku, leşker gefan li wan dixwin.
Operasyona ku bi hezaran leşker û cerdevan tevlîbûne bi piştgiriya helîkopteran berdewam dike. Hate zanîn ku, helîkopter çiyayê Zozanê Şenê bombe dikin û ketin û derketina herêmê hatiye qedexekirin. Welatiyan, anîn ziman ku leşkeran koçer ji zozanan derxistine. Lêgerîn û bendewariya 3 kesên hatin windakirin jî hêj didome.
'EM JI JIYANA WAN BI FIKARIN'
Serokê Rêxistina BDP'ê yê mûşê Fatîh Barutçu, diyar kir ku hêj tu agahiyan ji 3 kesên malbata Acar nagirin û der barê jiyana wan de bi fikarin. Barutçu, da zanîn ku bê naver leşker bi maşîneyan diçin û tên û ji rayedaran xwest bi lezgîn 3 kesan teslîmî malbatên wan bikin.