Heleb: Çi bû, çi qewimî û ji niha û şûn de…
Ev tevahî bandor, piştî Tirkiye pişta xwe da komên çekdar ên li Helebê rû dan. Ev, di rojên pêş de wê xwe wek nakokî û şerekî tund nîşan bide.
Ev tevahî bandor, piştî Tirkiye pişta xwe da komên çekdar ên li Helebê rû dan. Ev, di rojên pêş de wê xwe wek nakokî û şerekî tund nîşan bide.
Hevpeymana Tirkiye û Rûsya ya li beramberî Helebê Bab, encam negirt. Lê, dawî li çalakbûna koman û Tirkiyeyê ya li Helebê hat. Ji milekî tawîzên ku Rûsya ji Tirkan digire zêde dibe, aktorên mîna Îranê girîng jî êdî bi awayekî eşkere ketin dewrê. Ji ber vê jî di warê Tirkiye û komên girêdayî wê de her tişt bi dawî bû.
Piştî Rûsya û Tirkiye nêzî hev bûn, dawiya komên Helebê wê çi be, diyar bû. Jixwe, planên Rûsyayê yên li ser Helebê her beş û hêz dizane. Lê, ev hefteyeke ji bo van koman bûn rojên man û nemanê. Rejîma Baasê ya Sûriyeyê her ku çû ew tengav kirin. Dorpêç kirin. Lê, Tirkiye wek pêdiviya hevpeyaman bi Rûsyayê re ti deng jê nehat. Lewre jî komên li vir her ku çû hêviyên xwe ji dest dan. Heta, hin derketin û bi eşkere gotin Tirkiyeyê îxanet li wan kiriye. Hinan gotin, “gelê sivîl tê hedefkirin, qetlîam tê kirin.” Lê, dîsa jî encam neguherî. Ji ber ku hevpeymanek hatibû kirin û pêdiviyên wê bi cih dihat anîn. Wek parçeyekî hevpeymanê, ew kom wê biçibûna Idlîbê, ji wir jî derbasî Ezaz, Raî û Şehbayê bihatan kirin. Di hefteya dawî de hatin vê merheleya planê. Beriya hefteyekê, dema Rûsya ket navberê, rejîma Baas a Sûriyeyê gotibû ku ji bo kom derkevin rê dikare bê vekirin. Heyete hevdîtinê çêbû. Wek nûnerê hikûmeta Sûriyeyê Serokê Konseya Ewlehiyê ya Helebê, wek nûnerê hikûmeta Rûsyayê jî Orgeneral Vladîmîr Setîşenko, nûnerê ji hêla Rejîmê hat tayînkirin Şêx Omer Rahmûn, Nûnerê komên çekdar a Heyeta Helebê El Farûk di heyeta hevdîtinê de cihê xwe girtin. Di encama hevdîtinan de li hev hat kirin ku kom derkevin. Roja din, dema kom wê derketana rê, Îran ket dewrê û tahliye asteng kir. Îranê, li beramberî tahliyeya koman, tahliyeya Şîiyên li Fûa û Kefriya ya girêdayî Îdlibê xwest. Got eger destûra tahliyekirina birîndaran û gel ê ku li vir dorpêçkirî ye neyê dayîn, ew ê nehêle ev kom jî tahliye bibin. Ji ber vê lihevkirina destpêkê neket meriyetê. Vê carê Îran jî tevlî kirin û hevpeymanek duyem çêkirin. Ev lihevkirin jî neket dewrê. Ji ber ku tahliyeya birîndar, nexweş û gelê dorpêçkirî yên li Fûa û Keyfriya nehat kirin. Her çiqasî çapemeniya Tirkiye gotibe “bi hezaran kes hatin tahliyekirin” jî, Îranê destûra derketina komên çekdar neda. Wisa jî tahliye rawestiya. Rûsyayê got, tahliye temam bûye, yên li hundir cîhadîst in û wê têkoşîn li dijî wan bê kirin . Wê jî ji milê xwe hevpeyman qedand. Esas, di milê Îranê de wê jî helwestê xwe dan. Jixwe Rûsya naxwaze were dijî Îranê. Dema rewş wisa bû, vê carê tahliye dîsa sekinîn. Wê careke din dest pê bike? Ew jî girêdayî daxwaza Îranê ya tahliyekirina sivîl û hêzên li Fûa û Kefriya ne.
BANDORÊN TÊKÇÛNA LI HELEBÊ
Ji aliyê gelek kesan ve tê ziman ku têkçûna li Helebê têkçûna Tirkiyeyê ye. Lê ev ne têkçûnek wisa ji rêzê ye û wê bandorên wê çêbibin. Ev têkçûna lihevkirî, derbe li xeta polîtîkaya Tirkiyeyê ya Birayên Misilman xist. Jixwe, ya li Helebê hat firotin, tevî ku hejmara wan ne girîng e jî ne tenê komên çekdar in. Xet û fikrîna îdeolojîk a li pey van komên çekdar e. Ev xet, xeta Birayên Misilman e. Ji ber vê jî, hevpeymana li ser van koman hatî kirin, hevpeymana li dijî vê xetê ye jî. Ji ber vê jî Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê ku her carê dikirin qîjewîj, hê li beramberî têkçûna li Helebê wisa bêdeng in. Heta niha ti daxuyaniyên wan nehat dîtin. Bêdengbûna wan ji ber vê cudabûna rêya bi Tirkiyeyê re ye. Ji ber ku ev hevpeymana kom bi tenê hiştin, heta li ser îmhakirina wan hat kirin, li ser wan hatiye kirin. Lewma jî dikare bê gotin ku berdewama vê hevpeymanê wê wan jî bigire nav xwe. Li beramberî Babê berdana Helebê, di milê rojane de jî xwedî bandorên cîdî ne û wê ev bandor dewam jî bikin.
HEWLDANA DAGIRKIRINA BABÊ NIHA RAWESTIYAYE
Rejîma Baasê ya Sûriyeyê di nav van 15 rojên dawî de bi hêzek mezin û desteka Rûsyayê li dijî Helebê operasyonên xwe bênavber didomîne, Tirkiye jî li gor hevpeymana bi Rûsya re daniye li dijî Babê dest bi êrîşan kir. Ev êrîş bi amadekariyên mezin û dûvre jî bi dijwarî meşand. Îmhakirina Tank û wesayîtên mîna wê zirxî, kuştiyên wan çêbûn, lewre ev êrîş sivik bûn. Lê, têkçûna ku vê hefteya dawî li Helebê çêbû, bi bazarên ku li ser koman bi Rûsya re hatî kirin, êrîşên li dijî Babê niha rawestiyan. Komên OSO yên ku pêşengiya wê çeteyên Sûltan Mûrad dikin, piştî rewşa Helebê bi awayekî şikestin û moralê wan hilweşiya. Di nav van koman de nîqaşên cîdî dest pê kirin. Heta agahî hene ku hin kom dixwazin ji Tirkiyeyê veqetin.
Yek ji van koman jî Xattîn Nar ango koma ‘xeta agir’ e. Ev kom, beriya hewldana dagirkirinê ya “Firat Kalkani” dest pê bike ji Hamayê anîbûn. Tê gotin ku nêzî 600 kesî ne. Kom dixwaze çekên xwe deyne û derbasî Îdlibê bibe. Lê, baweriya xwe bi Îdlibê jî naynin. Ji ber ku ev der di dest Nûsrayê de ye û eger biçe wir, ditirsin û fikarên wan hene ku wê Nûsra wan îmha bike. Tirkiye ji bo karibe vê qelîştokê bigire, serî li rêka pereyan da. Ji ber vê jî mûçeyên endamên van koman beriya demekê zêde kir. Mûçeyên beriya niha nêzî 200 Dolarî bûn, niha kirin 350 Dolar. Lê, tevî vê jî di nav pêkhateya Sûltan Mûrad de ku dema dagirkirina Cerablûsê hatibû komkirin, av dikele. Tê payin ku di rojên pêş de gelek kom jê qut bibin.
IDLÎB LI BIN GUHÊ HEV DIKEVE
Di serî de Heleb, Bab, bandora têkçûna li Helebê wisa dixuye, yek ji cihê ku ev bandor hê zêdetir tê hîskirin jî Idlîb e. Ji destpêka sala 2015’an ve di bin kontrola Nûsrayê de ye. Li Idlîbê, ev du sal in cara yekê nerazîbûn di asta ewqasî jor de xwe didin der. Ji ber rewşa ku ev du meh in li Helebê bi pêş dikeve, cih bi cih gel nerazîbûnên xwe nîşan dide. Di van du hefteyên dawî de nerazîbûn derketin asta jor. Li ser hev meş hatin lidarxistin. Rêkên Sûltan Mûrad û komên ku pê re tevdigeriyan hatin qutkirin. Ji komên ku rêya wan birîn gotin, “we îxanet li me kirin, we Heleb firot”. Hareket Hazim û Suwar Sûriye yên ku van bûyerên li Idlîbê dîtin û ji hêla Nûsrayê hatibûn tasfiyekirin, dîsa derketin holê. Berpirsê koma Suwar Sûriye Cemal Marûf û Hareket nazim ji van protestoyên di asta jor de hêz girtin û danezanek hevpar weşandin. Di danezanê de wiha tê gotin; “Eger gelê me ji bo parastinê, ji bo meşandina têkoşînek rast bang li me bike, em ji bo wezîfeyê amade ne.” Dema ev kom ji hêla Nûsrayê dihat tasfiyekirin, Tirkiye ji ber têkçûna DAÎŞ’ê ya li Kobanê wek alternatîf hewl dida Nûsrayê derxe pêş.
Bandorên têkçûnê bi vî awayî derdikevin pêş, Nûsra jî niha ket nav lêgerînên nû. Tê gotin ku bi hin koman re civîn li dar xistine, biryar dane ku wê bi navekî din kom bibin. Di van van komên tevlî civînê bûne de Sûltan Mûrad û Nûrettîn Zengî nîn in.
Niha Nûsra û Zengî, ji bo dahatûyên deriyê sînor ê Bab El Selamî ango Deriyê Sînor ê Oncupinarê ku li milê Ezazê ye, şer dikin. Ev 3 roj in destûr nayê dayin ku ji deriyê sînor xurek, berhemên mezextin û pêdiviyê derbas bibin. Derbasbûyin tenê ji bo rêwiyan vekirî ye.
Tevahî ev pêşketin, bandorên ku piştî Tirkiye pişta xwe da komên çekdar ên li Helebê çêbû. Ev bandor, wê di rojên pêş de wê xwe wek nakokî û şerekî tund nîşan bide. Ji ber ku ev têkçûn, ber bi jêrbûna têkîliyên mabeyna Tirkiye û komên ku xwe dispartinê diyar dike.