Hejmara mirovên li Dîlokê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 50 kesî
Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl da xuyakirin, ku hejmara mirovên di êrîşa duh a wehşî de jiyana xwe ji dest dan, gihîşt 50 kesî. 50 cenaze rakirin Saziya Tipa Edlî.
Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl da xuyakirin, ku hejmara mirovên di êrîşa duh a wehşî de jiyana xwe ji dest dan, gihîşt 50 kesî. 50 cenaze rakirin Saziya Tipa Edlî.
Hejmara mirovên di êrîşa bombeyî ya Kurdan de jiyana xwe ji dest dan, kêlî bi kêlî zêde dibe. Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl diyar kir, hejmara mirovên di êrîşa hovane ya duh bi şev de jiyana xwe ji dest dan gihîştiye 50 kesî. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, ji nexweşxaneyên li bajêr 50 cenaze rakirine Saziya Tipa Edlî ya Dîlokê. Otopsiya 41 ji van cenazeyan qediyan e. Hewldanên tespîtkirina 9 cenazeyan jî dewam dikin.
Cenazeyên hatine teşxîskirin rakirine Morga Goristana Yeşîlkentê.
Hejmara birîndaran zêdeyî 100'î ye. Rewşa 30 ji birîndaran jî giran e. Fikar hene ku hejmara miriyan zêde bibe.