Hejmara mirovên li Dîlokê jiyana xwe ji dest dan bû 51
Hejmara mirovên di êrîşa bombeyî ya li hemberî daweteke Kurdan a li Dîlokê de jiyana xwe ji dest dan, bû 51 kes. Cenaze wê îro bi merasîmeke giştî werin veşartin.
Hejmara mirovên di êrîşa bombeyî ya li hemberî daweteke Kurdan a li Dîlokê de jiyana xwe ji dest dan, bû 51 kes. Cenaze wê îro bi merasîmeke giştî werin veşartin.
Hejmara mirovên di êrîşa bombeyî ya li hemberî daweteke Kurdan a li Dîlokê de jiyana xwe ji dest dan, bû 51 kes.
Li gorî agahiyên gihaştin ber dest, cenazeyên mirovên di teqînê de jiyana xwe ji dest dan, wê îro saet di 13:00 de li goristana Yeşîlkentê bi merasîmeke giştî werin veşartin.
Otopsiya 41 cenazeyan qediyan, ya 10 cenazeyan jî hê dewam dike.
YUKSEKDAG ÇÛ DÎLOKÊ
Di vê navberê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag û parlamenterên pê re çûn Dîlokê. HDP'yî çûn ber Tipa Edlî û der barê komkujiyê de agahî girtin.