Hejmara mirovên di êrîşa li Dîlokê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 30 kesî
Parlamenterê HDP'ê Mahmût Togrûl diyar kir, di teqînê de 30 kesan jiyana xwe ji dest dane û 84 kes birîndar bûn. Togrûl ragihand, rewşa 40 ji birîndaran, giran e.
Parlamenterê HDP'ê Mahmût Togrûl diyar kir, di teqînê de 30 kesan jiyana xwe ji dest dane û 84 kes birîndar bûn. Togrûl ragihand, rewşa 40 ji birîndaran, giran e.
Parlamenterên HDP'ê Îbrahîm Ayhan, Behçet Yildirim û Mahmût Togrûl, têkildarî êrîşa li Dîlokê bi Walî Alî Yerlîkaya re hevdîtin kirin.
Togrûl da xuyakirin, ku êrîşkarê bombe li xwe pêçandibû, xwe li meydana dawetê teqandiye û got, "Li gorî agahiyên ji aliyê Walî ve hatin dayîn, di teqînê de 30 kesan jiyana xwe ji dest dane. Diyar kir, ku 10 ji 92 birîndaran hatine dermankirin û çûne mala xwe. Her wiha got, rewşa 40 ji birîndaran giran e. Fikar hene, hejmara miriyan zêdetir bibe."
Togrûl diyar kir, ku demeke dirêj wan bal dikişand ser rêxistinbûyîna DAIŞ'ê ya li bajêr û got, "Em dizanin gelek malên wan li bajêr hene. Gelek sedemên vê bûyerê dibe ku hebin. Lê belê du sedem di destpêkê de tê bîra me. Ya yekemîn; piştî serketina Minbicê hilanîna tolê ji Kurdan. Malbatên me yên herî welatparêz ên li bajêr, malbatên me yên Sêrtî ne. Lewma em vê êrîşî weke êrîşek li hemberî Kurdan dibînin. Êrîş Kurdan kirin. Û ji bo vê êrîşê jî dawetek bi vî rengî hilbijartin."
Mahmût Togrûl da zanîn, di doznameya li ser komkujiya 10'ê Cotmeha 2015'an a li Gara Enqereyê de kifş bû, ku wê li Dîlokê li hemberî cihên Kurdan êrîş bê kirin û got, "Di lêpirsîna dozgeriyê de agahiyeke bi vî rengî hatibû ragihandin. Li bajêr, hedefên sereke yên DAIŞ'ê, Kurd û Elewî ne. Rewşa duyemîn jî; duh KCK'ê daxuyaniyek ji bo aştî û muzakereyê da. Em vê yekê weke reaksiyoneke dijberên aştiyê dibînin. Dikare weke bersivek li Kurdan bê dîtin."
Parlamenterê HDP'ê Togrûl der barê merasîma cenaze ya sibe de got, "Em ê bi heyetek ji partiya xwe, sibe li tevahiya bajêr bixebitin. Hevseroka me Fîgen Yuksekdag jî di nav de wê 9 parlamenterên me û rêveberên me yên partiyê bên. Em plan dikin, ku merasîmeke cenaze ya komî çêbikin. Lê belê piştî hevdîtina bi van malbatên xwe re, ev mijar wê zelal bibe. Piraniya cenazeyan wê li Dîlokê werin veşartin. Dibe ku hin jê bibin Sêrtê. Ji ber ku ev malbatên me hemû di salên 90'î de ji ber şewitandin û xerakirina malên xwe, koç kirine."