HDP û Mehmet Ocalan: Hê me piştrast nekiriye

HDP’ê û Mehmet Ocalan diyar kirin, nûçeyên ku dibêjin wê li Îmraliyê hevdîtin çêbibin hê piştrast nebûye.

Nûçeyên ku dibêjin di cejnê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bibin, hê nehatin piştrastkirin.

Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan ji ANF’ê re axivî û got, îdîayên ku têne gotin bi teqezî hê nehatine piştrastkirin. Mehmet Ocalan: ‘’Em bi teqezî nizanin. Heke tiştekî wiha bibe, em ê bibêjin.’’

BALÛKEN: HETA KU HEVDÎTIN NEBE EM BAWER NAKIN

Serekwekîlê Koma HDP’ê û endamê Şandeya Îmraliyê Îdrîs Balûken diyar kir, wan xwest ku xwe bigihînin Wezareta Dadmendiyê, wan hê îdîa piştrastkirine. Balûken wiha got: ‘’Niha vîna gelê Kurd ku dixwaze bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk were li holê ye. Gelê me li çar aliyên cîhanê li bendê ye ku hevdîtin pêk were û têkoşîna vê dide’’

Balûken got, li şûna daxuyaniyan divê geşedanên berbiçav pêk werein û wiha anî ziman: ‘’Bendewariya me hemûyan e ku gavek beriya niha parêzer an jî ji malbat biçin Îmraliyê. Heta ku hevdîtin pêk neyê, gelê me wê ji daxuyaniyên ku têne dayin bawer neke’’