HDP û DBP’yî gihiştin Nisêbînê

HDP’yî û DBP’yiyên ji Rihayê derketin rê tevî hemû astengiyan jî gihiştin ketina Nisêbînê.

HDP’yî û DBP’yiyên ji Rihayê derketin rê tevî hemû astengiyan jî gihiştin ketina Nisêbînê.

Rêveber û endamên rêxistinên bajêr û navçeyan ên Riha bi armanca piştgiriyê bidin gelê Nisêbînê û qedexeya derketina kolanan a li navçeyê şermezar bikin ketin rê tevî hemû astengiyan jî gihiştin ketina navçeyê. Ji ber qedexe hê ranebûne HDP’yî û DBP’yî ku nikaribûn derbasî navçeyê bibin, ji aliyê Parlamenterên HDP’ê yên Mêrdînê Gulser Yildirim û Alî Atalan ve hatin pêşwazîkirin.

Li vir Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Rihayê Hîdayet Enmek daxuyanî da, got ku gelê Nisêbînê di 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê de îradeya xwe teslîm nekiriye, bi vî şiklî dixwazin îradeyê teslîm bigirin, lê gelê Nisêbînê bi ti awayî ne bi tenê ye.

Enmek destnîşan kir ku ev êrîşa li hember gelê Nisêbînê pêş dikeve êrîşeke li hember xwe dibînin û wiha got: “Em niha li vir in. Heta dawiyê em ê piştgiriyê bidin gelê Nisêbînê. Ji ber ku ev êrîşeke li hember tevahî gelê Kurdistanê ye. Ji bo li hember van têbikoşin, em hemû li qadan e.”

Piştî Enmek mafê axaftinê Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulseren Yildirim wergirt, êrîşên li hember Kobanê bi bîr xist, got: “Bi zîhniyeta DAIŞ’ê xwestin Kobanê bikin goristanek. Lê piştî têk çûn, li cihên wek Farqîn, Nisêbîn, Sûrê xwestin vê pêk bînin. Hewl didin mafê gelê me, mafên bi rûmet ji destên wan bigirin. Lê çawa vî gelî hêz û îradeya xwe li Kobanê nîşan da, her wiha wê li vir careke din nîşan bike. Wê bi têkoşîn û yekîtiya xwe van ji vir paqij bike. Îradeya me ya ku dixwazin bi zîhniyeta DAIŞ’ê tine bikin, em ê ti carî teslîmî wan nekin.”

Piştî axaftinan çalakiyek rûniştinê hat lidarxistin. Piştî çalakiyê jî DBP û HDP’yî vegeriyan Rihayê. Wekîlên HDP’yî jî sekina xwe didomînin.

Her wiha polîsan di ketina navçeyê de tedbîrên xwe mezin kirin, hate dîtin ku gelek wesayîtên zirxî ketin û derketinên xwe yên kampa aîdî AFAD’ê zêde kirin.