HDP-DBP: Em Qeyûm nas nakin û em ê nehêlin bixebite

Hevserokên HDP û DBP'ê jî li dijî gefa qeyûman li hev civiyan. Tûncel da xuyakirin, ku ew ê qeyûm nas nekin. Demîrtaş jî got, ew ê li ber xwe bidin û nehêlin qeyûm bixebite.

Wê sibê pêşnûmaya Zagona Tûrikî ya ku hikûmeta AKP'ê pê dixwaze şaredariyên DBP'yî desteser bike, sibê li Lijneya Giştî ya Meclîsê bê dîtin. Derbareyê vê pêşnûmayê  îro li Amedê bi awayekî berfireh daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel, Hevserokê Giştî ya HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, hevşaredar, parlementerên HDP'ê, endamên meclîsên şaredariyan, endamên meclîsa giştî, xebatkarên şaredariyê û gellek welatî li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin gel hev. Di daxuyaniyê de pêşî Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak axivî.

'EV TESFIYEKIRINA DEMOKRASIYA HERÊMÎ YE'

Kişanak, dest nîşan kir ku di pêşnûmaya Zagona Tûrikî de ku bo Lijneya Giştî ya Meclîsê hat şandin, hukmên nepen ên tasfiyekirina demokrasiyê hene. Kişanaka diyar kir, ew di vî warî de dixwazin raya giştî hişyar bikin û wê encamên vê zagonê giran bin û wiha got, "Çêkirineke ecêb ya zagonan guncandin û her tişt xistin hundirê tûrik. Gellek maddeyên nepen ên tê de veşartîne ku wê encamên wê giran bin. Dixwazin rêveberiyên şaredariyê yên bi dengê gel hatine hilbijartin tasfiye bikin. Xema wan ne ew e ku ji ber sûcekî kesekî bdiarizînin. Ji xwe vê dikin. Bi birayara Wezareta Karên Hundir hevşaredar, endamên meclîsê bêyî biryara darazê ji peywirê hatin dûrxistin û girtin. Ev zagon bi temamî tasfiyekirina hevşaredar, encumen û meclîsê ye." 

Kişanak bi bîr xist ku mafê hiilbijartinê û hilbijêriyê mafekî makezagonî ye û diyar kir ku zagona tûrikî vî mafî bin pê dike û wiha got, "Di makezagonê de tê gotin ku îdareya herêmî ya bi hilbijartinê tê ser kar hukmê şexsî yê cemaweriyê ye. Zagona tûrikî vê maddeyê jî bin pê dike. Dîsa di zagonê de tê gotin ku serwerî ya gel e. Eger gelên Amed, Şirnex, Gever, Silopiya, Cizîrê ji vî gelî neyê hesibandin, bila derkevin û bibêjin. Bi heman awayî rêveberî û navenda cemariyê ya ku bi rêveberiyên herêmî tê bi rêveberin jî, ji holê tê rakirin. Ev zagon , zagona Delî Dûmrûl e." 

TÛNCEL: JI BO ME TI HUKMÊ VÊ QANÛNÊ NÎNE

Piştî Kişanak, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel axivî. Tûncel dest nîşan kir ku heke ev zagon têkeve meriyetê wê bo wan tu hukmekî wê tune be. 

Tûncel wiha axivî:

"Em ji bo zagona tûrikî ya ku wê sibê li Meclîsê bê dîtin civiyan. Ev zagon ji dêvla çareserkirina pirsgirêkên herêmî, desteserkirina herêmên rêveberiyê ye. Ev zagon derkeve jî dernekeve jî bo me ti hukmeke wê tune ye. Rawestandina li dijî vê zagonê, ji aliyê azadiyan ve tiştekî bivê nevê ye. Li hemû cîhanê pevçûn qewimîne. Rêya vê doyalog û muzakere ne. Divê rêveberiyên demokratîk têkevin dewrê. Dema tiştekî wisa pêk neyê, wê pevçûn rû bidin. Heke dewlet difikire ku wê bi darê zorê pirsgirkê kurd çareser bike, xwe dixapîne. Ev ê tenê kaosê zêdetir bike. Ev zagon, bes ne zagona jipeywirtinê ya hevşaredara ye, xespkirina îradeya gel e, tunekirina demokrasiya herêmî ye Zagona xespkirina hemû destkevtiyan e. Divê mirov wek perçeyeke Plana Rûxandinê li vê zagonê binere. Li hêlekê jî operasyona qirkirina siyasî li dijî gelê kurd dimeşîne.

'EV YEK ÊRÎŞA LI DIJÎ HEMÛ ŞAREDARIYAN E'

Em wek DBP'ê bang li hikûmet û muxalefeta serek dikin. AKP berî betlana meclîsê dixwaze vê di meclîsê re derbas bike. Divê CHP jî helwesta xwe bide der. Kesên ku îro li dijî desteserkriina şaredariyên Kurdistanê tiştekî nakin, dema sibê dor hat wan dê tu kesî li gel xwe nebînin. Divê mirov vegotina wan î em li bin heman baranê şil bûne bibîne. Dibe sibê ev bo hemû şaredariyan rewa bê dîtin. Dibe ku kesek ji nişkave ji aliyê Wezareta Dadê ve ji peywirê bê girtin û li şûna wî karmendek bê pîşandan. Em behsa zagoneke ku her kesî wek terorîst dibîne dikin. Zagoneke ku di serdemek wisa derdikeve, êrîşa li dijî hemû şaredariya ye.

'EM Ê LI DIJÎ VÊ QANÛNÊ LI BER XWE BIDIN'

Divê demildest ev qanûn paşve bê kişandin. Têkoşîna me ya 40 salî heye. Ev nirxên ku mirovahiyê bi destxistine nirxên me ne. Li dijî vê qanûnê berxwedan mafê me ye. Em ê vê qanûnê tune bihesibînin û li ber xwe bidin. Gel ev şaredarî teslîmê me kir. Em ê jî xwedî li şaredariyên xwe derkevin. 

Banga me ya ji bo AKP'ê ye, bi plana koçşikandinê wê peseleya Kurd çareser nebe. Ev ê welat berbi kaosê ve bibe. Heke dixwazin mekanîka derbeyê ji holê rakin, divê komara demokratîk ava bikin. AKP her roja ku derbas dibe krîza li Tirkiyeyê kûr dike. Ev rê ne rê ye. Îro ji bo kurdan dê sibê ji bo kesên din be."

DEMÎRTAŞ: WE LI ME GUHDARÎ BIKIRA, HÛN Ê LI PEY XÎTIK Û GILÊZAN NEÇÛNA

Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî mafê axaftinê girt, hem hikûmet û hem jî muxalefeta li pey hikûmetê diçe hişyar kir. Axaftinên Demîrtaş wiha ne:

"Em li bendê ne ev qanûn paşve ji bo Lijneya Giştî ya Meclisê bê şandin, lê em dizanin li hemberî me desthilatdariyeke siyasî ya wijdan û exlaqê xweyî siyasî windakiriye heye. Ji ber hemû hişyariyên me, her çendî ji bo selameta welat erênî bê jî ji ber ku musalefet ji HDP û DBP'ê tê guh nadinê. Heke we guh bida me, hûnê li pey kesekî bi xîtin û gilêz ê ku dibê min Hz. Muhammed di xewna xwe de ditiye hûnê neçûna. Wê demê tevgera paralel di bin navê KCK'ê de bi hezaran kes avêtin girtîgehê, me got Wê li we vegerin, lê we ji me bawer nekir. Lê wê demê hikûmetê çi digot 'dewleta paralel KCK ye.' Roj derbas bû dewran vegeriya her tişt derket holê. Heqîqet ji hêla kê ve bê gotin we guh bidayê dê wiha nebûya.

'DIVÊ HILBIJARTINA PÊŞWEXT A HERÊMÎ BÊ KIRIN'

Em careke din rastiyên dîrokî dibêjin. Ne pêkan e hûn vîna gel xesip bikin. Hejmara tiliyên we yên destan têrê bike jî hûnê nikaribin vê qayûmê bixebitînin. Em li vir bangî sendîka, xebatkarên şaredariyê, baro û saziyên civaka sivîl dikin. Ew kesên ku gel hilbijartiye dema neyên naskirin, hûn jî yên bi qayûmê hatine nas nekin. Wê gel wan Nede xebatê. Dê van dîktatoriyan nedin xebatê. Hûn difikirin ku şaredarî naxebitin, wê demê werin ew cihê hûn difikirin qayûmê bavêjnê, em hilbijartina pêşxwex bikin. Lê derdê we cûda ye. Derdên we Kurd in û hûn tu tiştên li ser navê Kurdan qebûl nakin. Lê muxalefet û bermahiya muxalefetiyê ji bo di dewleta nû de para xwe bigirin, hemû faşzim dane ber çavên xwe. CHP bi polîtîkaya xwe piştgiriyê dide AKP'ê.

Heke şaredariyeke ku qayûn bê avêtin hebe, ew jî Şaredariya Enqereyê ye. Îtîraf kir û got 'Min ji Gulen re gelek erd tehsîs kir.' Heke hûnê dest pê bikin li wir dest pê bikin. Şaredariya me metroyek erd jî nedaye rêxistina Gulen. Nedaye tu rêxistinê jî.

Heke kesekî ku ji alikariya rêxistina terorê bê girtin ew jî tu yî. Tu dibê 'Xwedê me efû bike.' Qanûn li te nikarin, lê tu dibêjî 'Xwedî efû bike.' Tu yê li vê cîhanê hesab nedî? Memûrekî ji rêzê tu yê bi cemaetê ve girêdî û ji peywîrê bavêjî, te wekî hikûmet 12 salan hemû derfetên dewletê bi kar anîn, yê şeyhî firand tu yî, yê qayûm bê ser em bin.

'TU YÊ TÊK BIÇÎ'

Li Erdogan weye doza me dişibe doza Gulenê fetlonek ku bi salan e pê re di nava hevakriyê de ye. Biborin, em naşibin we. 40 hezar kes hat binçavkirin, yek kes jî derneket û negot 'Ez gulenî me.' Ji me 10 hezar kes hatin girtin, yek kesê ku negot 'ez ji vê dozê nînim' derneket. Kesên xirabiyên li me bikin, em ne berxa li ber kêrê ne stûyê xwe dirêj bikin. Em bi hêz in û emê li ber vê hişimendiyê li ber xwe bidin. Piştî em di sala 2007'an de ketin meclisê, AKP ji wê demê de heta niha dixwaze me têk bibe, lê bi ser neket, dê bi ser nekeve jî. Tu yê têk biçî, ji ber ku mafdarî û rastiya te tune.

BANGA JI BO SAZIYÊN CIVAKA SIVÎL

Ez li vir bangî hemû saziyên civaka sivîl dikim. Hûn alîgirên qayûmê ne an alîgirê vîna gel? Rengên xwe diyar bikin. Em dixwazin aligiriya her kesî bizanibin. Dema sibê qayûm hat em ê çawa ji vê sûdê bigirin, wekî demên borî em ê rantê çawa bi dest bixin, heke hebin divê em bizanibin. Em baro û sendîkayan dewetî ser peywîrê dikin. Hûn ê bi wan re bixebitin, hûn ê bi wan re hevkariyê bikin? Divê gelê me jî ji her tiştî re amade be. Dê li hemberî vê destaserkirinê bê deng bimînin? Dê qanûn sibê bê dîtin. Em hêvî dikin ev hewldana dînîtiyê ji lijneya giştî vegere. Lê em ê ji derveyî parlamentoyê jî mafê xweyî berxwedana rewa bi kar bînin. Ev ji bo her kesî jî derbas dar e. Tu carî têkçûn, paşve gavavêtin û moralê xwe xirabkirin tune. Em ê bi coşeke mezin têkoşînê bimeşînin."

Piştî axaftinan Demîrtaş, Tuncel, Parlamenter û hevşaredar ji bo civînê derbasî avahiya şaredariyê bûn.