HDP bû hedefa melayê mizgeftê, cemaatê mizgeft terikand!

Li Wanê melayekî serî li polîtîkayên AKP’ê da û HDP kir hedef, cemaatê jî mizgeft terikand.

Li Wanê melayekî serî li polîtîkayên AKP’ê da û HDP kir hedef, cemaatê jî mizgeft terikand.

Piştî ku Muftîtiya Bajarê Wanê di 15’ê Cotmehê 2015’an de mela birin civîna ku namzetê AKP’ê yê Wanê Beşîr Atalay li Otela Elît Wordê tevlî bibû, melayên mizgeftan di cihên pîroz de dest bi propagandaya AKP’ê kirin. Duh Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan di daxuyaniya xwe de Şaredariya Sûrê ya Amedê kir hedef, piştre jî li Mizgefta Ezbercîler a Wanê melayê mizgeftê îro HDP hedef nîşan da.

HDP’E BI AXAFTINA ‘KAFIR’ KIR HEDEF

Mela afîşên Şaredariya Sûrê ji bo balê bikişîne ser nebaşiya zewacên zarokan daliqandibû kir hedef û wiha got: “Ey Mislimano! Niha hûn ê di rêya Xwedê de biçin an di rêya van kafiran de?”

CEMAATÊ MIZGEFT TERIKAND

Li ser vê, kesên li mizgeftê nimêj dikirin gotin, “Ti li vir siyasetê dikî, ti têkiliyên ti dibêjî bi îbadetê re tineye” û mizgeft terikandin.