Hanîfe Huseyîn: PDK û Tirkiye projeya federasyonê qebûl nakin
Endama Komîteya Rêxistinbûyînê ya Meclîsa Damezrîner Hanîfe Huseyîn da xuyakirin, ku piştî ragihandina Sîstema Federal a Rojava-Bakurê Sûriyeyê êrîşên li hemberî wan zêde bûne.
Endama Komîteya Rêxistinbûyînê ya Meclîsa Damezrîner Hanîfe Huseyîn da xuyakirin, ku piştî ragihandina Sîstema Federal a Rojava-Bakurê Sûriyeyê êrîşên li hemberî wan zêde bûne.
Endama Komîteya Rêxistinbûyînê ya Meclîsa Damezrîner Hanîfe Huseyîn da xuyakirin, ku piştî ragihandina Sîstema Federal a Rojava-Bakurê Sûriyeyê êrîşên li hemberî wan zêde bûne. Huseyîn bal kişand ser dijberiya dewleta Tirk û PDK'ê ya li federasyona demokratîk.
Endama Kordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Komîteya Rêxistinbûyînê ya Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federal a Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê Hanîfe Huseyîn rewşa dawî ya li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ji ANF'ê re nirxand.
'OPERASYONA MINBICÊ HÎNÊ DI ROJEVÊ DE YE'
Hanîfe Huseyîn da xuyakirin, ku operasyona Minbicê ti carî ji rojevê derneketiye û di vê der barê de got, "Armanca hêzên koalîsyonê Reqqa ye. Hêzên koalîsyonê bi taybetî jî rêveberiya Amerîka beriya hilbijartinan dixwazin Reqqa bê xilaskirin. Ji bo rizgarkirina Reqqayê jî pêwîstî bi alîkariya hêzeje bejahî heye. Li tevahiya cîhanê vê nîqaş dike. Hin komên Ereb hene li ser vê xakê. Hejmara wan heye, lê performansa wan a şer têra DAIŞ'ê nake. Ji ber vê yekê pêwîstiya wan bi YPG û QSD'ê heye. Ji aliyê me ve lihevkirina bi hêzên koalîsyonê re bi tenê li ser êrîşên DAIŞ'ê, ne ya qebûlkirinê ye. Baş e em bi hev re li dijî DAIŞ'ê şer bikin, lê piştî ku DAIŞ qediya wê çi bibe? Wê çaxê wê her tişt biqede? Ewqas şehîdên me hene. Gelê me ji me re dibêje, 'Hûn bi hêzên koalîsyonê re hevpar in û bi hev re şer dikin. Zarokên me diçin şer û şehîd dikevin. Lê ji bo çi. Dema sibe DAIŞ qediya, wê garantiya jiyana me ya siyasî çi be?'
'HETA KU KORÎDORA KOBANÊ-EFRÎNÊ NEYÊ VEKIRIN, TI WATEYA RIZGARKIRINA REQQAYÊ NÎNE'
Nêzîkatiya me ev e: Eger hêzên koalîsyonê ji me dixwaze em tevlî operasyona Reqqayê bibin, hingî beriya Reqqayê rewşeke din li holê heye. Temam, me berê jî got; em amade ne biryargeha DAIŞ'ê îmha bikin. Hêzên YPG û QSD'ê dan xuyakirin, ku ew ji bo tevahiya Sûriyeyê şer dikin. Em tevlî şer bibin. Lê li Şêx Meqsûd û herêma me ya Şehbayê gelê me tê qirkirin, qetilkirin. Gelê me yê Efrînê dorpêçkirî ye, niha li Cizîrê jî dorpêçî heye. Garantiya van çi ye? Ji bo em gelê xwe ji nava vê dorpêçiyê derxînin û ji komkujiyê rizgar bikin divê pêngava Minbicê pêk were û di navbera Efrîn û Kobanê de korîdor bê vekirin. Eger ev neyê vekirin, ti wateya rizgarkirina Reqqayê nîne. Divê em beriya her tiştî gelê xwe ji gefa mirinê, ji dorpêçî û îzolasyonê rizgar bikin. Wê çaxê em dikarin tevlî operasyona Reqqayê bibin."
'YÊN RAGIHANDINA FEDERASYONÊ QEBÛL NEKIRIN, ÊRÎŞÊN XWE ŞIDANDIN'
Hanîfe Huseyîn bal kişand ser êrîşên di dema dawî de li Rojavayê Kurdistanê zêde bûne û ev nirxandin kir:
"Em li Rojava xwedî projeyek alternatîf in. Ev proje jî projeya neteweya demokratîk e. Li gorî me rêya derketina Sûriyeyê ji nava vê krîzê ev proje ye. Em çima bi vê projeyê piştrast in? Ji ber ku em gelên Rojhilata Navîn in û li ser vê xakê dijîn. Lewma em bi pirsgirêk û nakokiyên gelên Rojhilata Navîn dizanin. Di heman demê de em bi nêrîn û xeteke 3. li siyaseta cîhanê temaşe dikin û dinirxînin. Li cîhanê krîzeke pergalî heye. Modernîteya kapîtalîst ji bo gera sermayeyê dixwaze ji nû ve dîzaynê bike. Li hemberî vê jî berxwedana hêzên statukoparêz ên berê heye ku naxwazin guhertin pêk were. Lê em derveyî vê siyasetê ne û di xeta 3. de ne. Projeya me ya çaerseriyê heye. Em di wê baweriyê de ne ku projeya herî maqûl a li Rojhilata Navîn tê, ev e. Bêguman hevalbendên me jî hene. Yên ji vê projeyê bawer dikin, fêm dikin û dixwazin bixin meriyetê, xwe weke eniyeke demokrasiyê bi rêxistin dikin. Ereb, Kurd, Tirkmen, Suryanî, Keldanî, Çerkez, Asûrî hwd. hemû gelên herêmê di nava vê neiya demokrasiyê de cih digirin û ji projeyê bawer dikin. Ji bo bicihanîna vê xeta 3. du projeyên me yên bingehîn hene. Yek jê Sîstema Federal a Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê, ya din jî Meclîsa Demokratîk a Sûriyeyê ye. Hem ji aliyê siyasî, hem jî ji aliyê leşkerî ve li dora van projeyan eniyeke demokrasiyê ava bûye. Em ji ve projeya xwe piştrast in û em ê ji sedî sed bi ser kevin."
'REJÎM HEZM NAKE EM BIBIN XWEDÎ STATU'
Hanîfe Huseyîn êrîşên rejîmê yên di dema dawî de zêde bûn nirxand û got, "Rejîma Baasê hînê hezm nekiriye ku herêmên Kurdan ji destê wê derketiye û bi projeyeke cuda ya siyasî tê birêvebirin. Sedemeke êrîş û şerê dawî yê li Qamişlo jî ev bû. Sedema din jî, ragihandina sîstema federaliya demokratîk a ji aliyê me ve bû. Rejîm ragihandina federasyonê weke parçebûna xaka Sûriyeyê dibîne. Naxwaze li vê derê hem Kurd hem jî gelên din bibin xwedî statu. Di danûstandinên li Cenevreyê de li hemberî guhertina sîstemê derket û sîstema navendî winda nekir. Tevî ku winda nekir, di heman demê de hezm nekir ku li xaka Sûriyeyê winda bike. Yanî sîstema em ya federaliya demokratîk tê wateya têkçûna sîstema navendîparêz a rejîmê. Rejîm hînê bi hêviya vegera li Sûriyeya berê dijî. Dixwaze mîna berê Sûriyeyê ji navenda xwe ve bi rê ve bibe û li Rojava jî mîna berê serdest be. Hînê di nava vî xeyalî de ye. Bi êrîşa li Qamişlo re xwest çavên gelê me û me bitirsîne. Yanî xwest bêje; 'Eger hûn dest ji vê projeyê bernedin em ê êrîş bikin û li we bidin'. Ev êrîş û pêkanînên rejîmê, şerê Tirkiye li herêma Şehba dimeşîne, girtina Deriyê Sînor ê Sêmalka ji aliyê PDK'ê ve, pêkanîna ambargoyê, êrîşên li Qamişloyê ev hemû bi hev ve girêdayî ne û bi heman armanca siyasî tên kirin. Ev çi ye? Tirkiye, PDK û rejîm dibêjin 'Projeya Federasyonê xaka Sûriyeyê parçe dike. Em vê qebûl nakin.'"
'PDK DIBÊJE; NE EZ BIM BILA NE KESEKÎ DIN BE'
Hanîfe Huseyîn da zanîn, ku ev hêz hemû dizanin ku ew Sûriyeyê parçe nakin, armanceke wan a bi vî rengî nîne û wiha dewam kir: "Lê belê binêrin; nêzîkatiya PDK'ê 'Ne ez bim, bila ti kesê din nebe' ye. Yanî PDK ji destpêka Şoreşa Rojava û vir ve dixwaze navenda siyaseta Rojava li Hewlêrê be. Ev armanca PDK'ê bi xweşiya hêzên navneteweyî ve jî diçe. Hêzên navneteweyî dibêjin, 'Başûrê Kurdistanê bûye xwedî meşrûiyetekê, hûn jî bi wir ve bê girêdan'. Vê dixwazin. Ji ber ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji aliyê leşkerî, siyasî û aborî ve hevkarê sîstema kapîtalîst e. Di nava sîstema kapîtalîst de ye. Lê belê em dixwazin li Rojavayê Kurdistanê xwe bi sîstemeke dispêre netweya demokratîk a pir çandî bi rê ve bibin. Em naxwazin kes tiliya xwe tevlî karên me yên navxweyî bikin. Lewma PDK qebûl nake."
'ÇAVÊ PDK'Ê LI PETROLA RIMÊLANÊ YE'
Hanîfe Huseyîn da xuyakirin, ku sedemeke din a dijberiya li hemberî wan ew e, ku PDK ketiye nava bloka Sûnî û xeta Tirkiyeyê. Huseyîn got, "PDK bi rengekî gelekî vekirî tifaqê bi Tirkiyeyê re dike. Li şûna hebûna PYD, TEV-DEM û YPG'ê, PDK dixwaze leşkerên Tirk li vir bin. Yanî çavên PDK'ê ewçend hatiye girtin. Ji ber ku hevkariya wê ya bi Tirkiyeyê re li ser berjewendî û bazirganiyê ye. Bi rêya Tirkiyeyê dixwaze zextê li Rojava bike û kontrol bike. Dixwaze komên xwe derxîne pêş û çareseriyê bi wan bafirîne. Yanî armanceke xwe ya bi tenê heye; ew jî berjewendiyên aborî ye. Çavên PDK'ê li petrola Rimêlanê ye. Piştî ku petola Rimêlanê kontrol kir, ne xema wê ye ku Rojava bibe xwedî statu yan na."
Huseyîn diyar kir, ji bo Kurd û gelên din ên li Rojava bibin xwedî statu, PDK tiştekî nake û got, "Derdê tekane yê PDK'ê bi destxistina petrola Rimêlanê ye. Dixwaze vê yekê jî bi tifaqa bi Amerîka, Tirkiye û rejîmê re bike. Bêguman em ê destûrê nedin vê û ji ber ku em van dek û dolaban têk dibin, êrîşî me dikin."
'YÊN ME SÛCDAR DIKIN, TEVÎ ÇETEYAN ÊRÎŞÎ ŞÊX MEQSÛD Û ŞEHBA DIKIN'
Huseyîn axaftina xwe wiha dewam kir: "Tişta ku mirov gelekî aciz dike; yên ku ji me re dibêjin 'we federasyon ragihand, lê ne li ser esasê etnîkî ye. Di nav de Kurdîtî nîne' radibin tevî koalîsyonê li Şêx Meqsûd û Şehbayê komkujiyê dikin. Yên ku di nava vê koalîsyonê de qaşo nûnertiya Kurdan dikin ji me re dibejin 'Çi karê we li herêma Şehba û Helebê heye'. Lê belê me li wê herêmê heye. Em jî ji wan dipirsin' Gelo çi karê DAIŞ'ê li Şêx Meqsûd û Şehba heye.'
Hanîfe Huseyîn destnîşan kir, ku Tirkiye û PDK di yek armancê de digihêjin hev û got, "Ew armanc jî pêşîgirtina li statuya Rojava û Bakurê Sûriyeyê ye. Dixwazin sîstema berê ya navendîparêz bidome."
'EM Ê SÎSTEMA XWE BI PÊŞ DE BIBIN Û BIPARÊZIN'
Huseyîn da xuyakirin, ku her çend hin dewlet projeya wan a Federasyona Demokratîk qebûl nakin û êrîş dikin jî, li qada navneteweyî û herêmê sempatî ji vê projeyê re heye û got, "Ev proje wê li qada herêmê û navneteweyî bandoreke erênî bike." Huseyîn diyar kir, ew ê sîstema xwe ji her alî ve bi pêş de bibin û bi vî rengî bersivê bidin hemû pêdiviyên gelên li herêmê.