Gundên Minbicê ji mayînên çeteyan tên paqijkirin

Tîma pispor a Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, li 16 gundên hatin rizgarkirin, zêdeyî 100 mayîn û xefikên bombeyî ji holê rakir.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, operasyonên xwe yên ji bo rizgarkirina gundên li başûrê bajêr ên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine dagirkirin, didomîne.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, heta niha li vê xetê 16 gund rizgar kirine û her bi pêş ve diçin.

Tîma pispor a Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, mayînên çeteyên DAIŞ'ê yên li gund, gundik û li ser rêyan hatine bicihkirin radike û bi vî rengî hem alîkariyê dide pêşveçûna şervanan hem jî jiyana sivîlan rizgar dike.

Pisporên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê heta niha li 16 gundên hatine rizgarkirin zêdeyî 100 mayîn û xefikên bombeyî ji holê rakirine. Tîma pispor a meclîsê da xuyakirin, ku çeteyên DAIŞ'ê li gelek cihên gund û gundikan mayîn û xefik bi cih kirine û gelek xaniyên li van gundan tijî xefikên teqemeniyê hatine kirin.

Tîma pispor a Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, karê rakirina mayîn û xefikên bombeyî yên li gund û gundikan didomîne.