Gundekî din ê Minbicê hat rizgarkirin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ku operasyonên xwe li başûrrojhilatê bajêr dimeşînin, gundekî din ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ku operasyonên xwe li başûrrojhilatê bajêr dimeşînin, gundekî din ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Yek ji mezintirîn gundên li başûrrojhilatê Minbicê gundê El Kesra ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin.
Gund di encama şerekî dijwar de hat rizgarkirin. Di vî şerî de 4 çekên kalaşnîkov û 4 rextên wê, doçkayek ji 12.5 mm'yî, 2 roketên RPG û 4 cenazeyên çeteyan ketin destê şervanan.