Gundê Hetabatê hat rizgarkirin
Gundê Hetabat ê li bakurê Minbicê ye hat rizgarkirin û 8 çete hatin kuştin.
Gundê Hetabat ê li bakurê Minbicê ye hat rizgarkirin û 8 çete hatin kuştin.
Di çarçoveya Operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla de, gundê Hetabat û çend gundikên li vê derê, ku bi kîlometreyekê li bakurê Minbicê ye, ji çeteyên DAIŞ'e hatin paqijkirin.
Di şerê li vir de 8 çete hatin kuştin, 7 kalaşnîkov, 2 bêtêlên çeteyan ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatin desteserkirin.
Li gundê Qenat Xire yê li başûrrojavayê Minbicê ye, şer dewam dike.