Greva kolektîf di dorpêça dewletê de ye

Greva kolektîf di dorpêça dewletê de ye

Greva birçîbûnê ha herî mezin a dîrokê ya li Bakûrê Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê ji aliyê gelê Kurd ve hate destpêkirin berdewam dike. Li Amedê dîmenên “dagirkirinê” hene û derabe hatine girtin, li Colemêrg û Şirnexê grevên birçîbûnê yên bi komî hatin destpêkirin, li Stenbolê jî li sê semtan pevçûnan dest pê kirin.

Greva birçîbûnê ya ji 12ê îlonê ve ji aliyê girtiyên Kurd ve hate desptêkirin ket roja 67’emîn. Zêdetirê deh hezar girtî tevlî greva birçîbûnê bûn. Bi vî awayî greva birçîbûnê ya herî mezin a dîrokê pêk hat. Zêdetirê 400 kesên di grevê de bi rîska mirinê re rû bi rû ne.

Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger a ji aliyê girtiyên Kurd ve hatiye destpêkirin, bi beşdariya rêveberên KCD û BDPê berdewam dike. Li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilatanavîn, Ewropa, Amerîka, Awusralya, Rûsya Kurdistnaî tevlî grevên birçîbûnê bûn. Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger a siyasetmedarên Kurd li Brukselê jî didome.

Ji ber ku hukûmeta Tirk guh nade daxwazên girtiyan û heqaretê li girtî û nunerên gelê Kurd dike, Înîsiyatîfa Gelê Kurdistanê roja 17’ê Mijdarê weke roja “Berxwedana Topyekun” ragihand.

QEDEXE YA Û TUNDIYA POLÎSÊN TIRK

Îro li ser banga BDP û Înîsiyatîfa Gelê Kurdistanê li seranserê Bakûrê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê grevên birçîbûnê yên girseyî hatin destpêkriin. Greva birçîbûnê li mal, park, qad û saziyan tê birêvebirin. Greva birçîbûnê di roja yekem de bi tundî, qedexe û terora polîsan dest pê kir.

Di serî de Amed, Colemêrg û Şirnexê, li gelek bajaran derabe nehatin vekirin û gel daket qadan dest bi greva birçîbûnê kir.

AMED HAT DORPÊÇKIRIN

Polîsan derdora Park Ormanê ya Amedê ku dê greva birçîbûnê ya girseyî lê bihata lidarxistin, dorpêç kirin, her wiha dor li Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Amedê û avahiya BDP’ê ya bajarê girtin û destûr nadin ku gel bikeve van cihan. Li gelek semt û navçeyên navenda Amedê derabe nehatin vekirin û polîs anons dikin ku çalakiyên 17-18ê mijdarê ji aliyê walitiyê ve hatiye qedexekirin û ji wana dixwaze belav bibin.

Serokê ÎHD’ya Amedê Racî Bilîcî ji bo çavdêriya greva birçîbûnê ya girseyî ya bi pêşengiya BDPê hatiye destpêkirin, li kolanên Amedê geriya û diyar kir ku her derê bajêr hatiye dorpêçkirin.

WESAYITA POLÎSÊN SIVÎL HAT ŞEWITANDIN

Li navçeya Rezan ya Amedê li kolana Emek wesayîta tê îdîakirin ya polîsên sivîl polîsane ji aliyê çalakvanan ve hate şewitandin.

LI ŞIRNEX Û NAVÇEYÊN WÊ GREVA BIRÇÎBÛNÊ

Li Şirnex û navçeyên wê jî derbaeyên dikanan nehatin vkeirin û grevên birçîbûnê yên bi girseyî hatin destpêkirin. Li ser banga BDP’ê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi sedan kesî li parkan dest bi greva birçîbûnê kir. Piştî banga BDP’e ya ji bo du rojan greva birçîbûnê ya girseyî, Cizîriyan li parkan dest bi greva birçîbûnê kir. Gelê Cizîrê mehfûrên rayêxistine erdê û beteniyên gel xwe anîne ji bo du rojan dest bi greva birçîbûnê kirin. Li qadê alên PKK’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên di zindanan de jiyana xwe ji dest dayîn hatin daliqandin.

LI COLEMÊRGÊ GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA GIRSEYÎ

Li ser banga BDP’ê weke li gelek bajaran li Colemêrgê jî greva birçîbûnê ya girseyî destpê kir. Greva birçîbûnê ya li baxçeyê çayê yê şaredariyê destpêkir, Endamên MP ya BDP’e M.Sidik Akiş, Hasan Gulez, Şaredar Fadil Bedirhanoglû, Serokê BDP’a Bajar Rahmî Kurt, KESK, KURDÎ-DER, HESOB, Odeya Esnafan, ÎHD, Dayîkên Aştiyê, xizmên girtiyên di grevê de, endamên meclîsa şaredarî û bajar nêzî 500 kes tevlîbûn.

Beriya greva birçîbûnê ya hate destpêkirin, Serokê BDP’a Bajar Rahmî Kurt daxuyaniyek kurt da û got, ew ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya beriya 67’an destpêkir û îro 10 hezaran girtî tevlîbûne, em îro li Colemêrgê bi awayek girseyî tevlî greva birçîbûnê dibin.

Kurt xwest kal, nexweş û zarok nekevin çalakiyê û têkildarî çalakiya li ser banga partiya wan îro di demjimêr 10.00’an de destpê dike û heya sibe demjimêr 16.00’an berdewam bike wiha axivî: “ Weke hûn hemû dişopînin hevalên me îro 67 rojin di greva birçîbûnê de ne. Ji bo em xwedî li daxwaz û çalakiya girtiyên di grevê de derbikevin tişta ji destê me tê em hewil didin bikîn. Em dê ji mirina re bêdeng nemînin. Em dê destûr nedin cenaze ji zindanan derbikevin.”

Beriya greva birçîbûnê ya girseyî ji bilî dermanfiroş û firinan hemû cihên kar nehatin vekirin, piraniya kesên tevlî greva birçîbûnê bûn kûrdeleyekî sor li xwe ve kirin û hinek jinan jî kûrdeleya ‘Roja 67’ lê nivîsî bi xwe ve kirin.

Li herêma Serhadê li gelek bajar û navçeyan welatî tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya 2 rojan bûn û xwedî li daxwazên girtiyan derketin. Welatiyan xwest ku hikûmet demildest ji bo daxwazên girtiyan qebûl bike gavan bavêje.

GIMGIM

Li navçeya Gimgimê ya Mûşê li avahiya Rêxistina BDP'ê ya Gimgimê 30 kesan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger a Serokê Rêxistina BDP'ê yê Gimgimê Giyasettîn Altin, Kamer Erdogan, Nesîmî Sertkaya, Maşallah Gumgum, Murat Alçin di roja 8'emîn de berdewam dike û 30 kesên din jî bi armanca piştgiriyê bidin çalakiyê, dest bi çalakiyê kir. Şaredara Gimgimê Gulşen Deger di çalakiya piştgiriyê de axivî û wiha got: "Ez bang li serokwezîr û hikûmetê dikim. Êdî daxwazên girtiyan qebûl bikin û dest bi muzakereyê bikin."

AGIRÎ

Li avahiya BDP'ê ya navçeyan navendî ya Agiriyê ji bi heman armancê çalakiya greva birçîbûnê ya 2 rojan dest pê kir. Parlementerê BDP'ê Halîl Aksoy, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Agiriyê Fahrettîn Yildirim û komeke qelebalik tevlî çalakiyê bûn. Parlementerê BDP'ê Halîl Aksoy diyar kir ku gelê kurd jiyana ji aliyê hikûmetê ve li hemberî wî tê înyadkirin qebûl nake.

BAZÎD

Li Bazîdê ji bi tevlîbûna rêveberên BDP'ê, Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz û gelek kesên din li avahiya BDP'ê dest bi çalakiya greva birçîbûnê hate kirin. Di çalakiyê de sloganên "Girtiyên siyasî rûmeta me ne", "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin. Li ser navê komê Wekîlê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Bazîdê Îbrahîm Kaya axivî û wiha got: "Divê berî her tiştî ji çalakiya greva birçîbûnê re çareserî pêk bê. Divê ji pirsgirêka kurd re çareserî pêk bê." Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz jî xwest ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.

COLEMÊRG

Li Colemêrgê jî bi sedan welatiyan li baxçeya çayê ya li ber şaredariya Colemêrgê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 48 saetan kir. Ligel nûner û rêveberên saziyan bi sedan welatî tevlî çalakiyê bûn. Kedkar jî li ber avahiya KESK'ê hatin cem hev û ber bi baxçeyê çayê ve bi slogan û pankratan meşiyan.

ŞEMZÎNAN

Li naçveya Şemîzanan a Colemêrgê jî bi heman armancê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir. Şaredarê Şemzînan Sedat Torê, rêvebêrên BDP'ê û rêberên saziyan û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Şemzînan Cabbar Taş, diyar kir ku heke mirin pêk bên berpirsiyar Serokwezîr Erdogan û hikûmeta AKP'ê ye.

TÛTAX

Li navçeya Tutaxê ya Agiriyê ji bi heman armancê li avahiya BDP'ê çalakiya greva birçîbûnê ya 2 rojan dest pê kri. Welatiyên dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin kinçên sipî li xwe kirin.

MÛŞ

Li avahiya BDP'ê ya Mûşê ji çalakiya 48 saetan dest pê kir. Welatiyên tevlî çalakiyê bûn kinçên spî li xwe kirin û sloganên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindana” berz kirin. Li navçeya Tîl û bajaroka Vartînîsê jî piştgirî dan çalakiyê.

Li Tetwan, Xizan, Erdexan û Panosê jî bi heman armancê çalakiya greva birçîbûnê ya ji 2 rojan pêk tê dest pêkirin. Welatiyên li avahiyên BDP'ê dest bi çalakiyên greva birçîbûnê kirin kinçên spî lli xwe kirin. Di çalakiyan de hate xwestin ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û ji bo çareseriyê gavê bên avêtin.

LI STENBOLÊ PEVÇÛN

Bi pêşengiya rêxistinên BDP'ê, li gelek bajar û navçeyan ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê, welatiyên kurd ji bo 48 saetan têkevin çalakiya grevê herikîn kolanan. Piştî banga BDP'ê ya "Ji bo 10 hezar girtiyan li derve piştgiriya 100 hezaran" li Stenbolê jî girseyên ku ji bo çalakiyên gerevê ya 17-18'ê Mijdarê li Sancaktepe, Sultangazî û Esenyurtê polîsan mudaxaleyi koman kir û destûr nade ku girse kom bibe. Piştî polîsan mudaxaleyî girsê kir rewşa awarte pêk hat û her der bû qada şer.

Girseya ku ji bo çalakiya grevê li qada Sancaktepe kom bû, rastî mudaxaleya polîsan hatin. Komên ku rasti mudaxaleyên polîsan hatin di nava kuçe û kolanan de belav bûn. Polîsan tedbîrên mezin girtin. Polîsan li gelek cihan xebatkarên çapemeniyê jî asteng kir û li gelek nokte û kuçeyan nasname kontrol kirin. Polîsan avahiya BDP'ê ya Sancaktepe dorpêç kir û destûr nade ketin û derketinê. Di mudaxaleyan de Ahmet Yegin, Alper Engin, Ayhan Gokbalik ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Di bûyeran de gelek kes jî birîndar bûn. Di bûyerên ku gelek kes ketin bin bandora bombeyên gazê de li avahiya BDP'ê 45 kesan dest bi greva birçîbûnê kir.

Li taxa Sultangazî jî girseya ku xwest çalakiye pêk bîne rastî mudaxaleya polîsan hat. Çalakiya ku bi mudaxaleya polîsean dest pê kir didome. Polîsan bi bonbeyên gazê û ava şit, ciwanan jî bikeviran bersîv da polîsan. Di buyerê de gelek kes birîndar bûn. Birîndarên ku di navde Serokê BDP'a Gazîosmanpaşa Seyfettin Peker jî heye rakirin nexweşxaneya Gaziyê. Gelek kesên birîndar jî ji bo nayên binçavkirin neçûn nexweşxaneyê.

Li parka Kemal Pir jî polîsan bi ser parkê de girt û konê greva birçibûnê ji cihê wî rakir û hilweşand. Rojnameyên Ozgur Gundem û Demokratik Ulusê jî hatin desteserkirin. Yekîneyên Şaredariya Sultangazî jî kon bar kir û çû.

Li Esenyurtê jî piştî mudaxaleya polîsan gelek welatî ketin avahiya BDP'ê ya Esenyurtê û gelek welatî jî li nava kolanan radiwestin. Polîsan derdorê avahiya BDP'ê dorpêç kir.

Li Bûrsayê jî bi heman armancê welatî li avahiya BDP'a Yildirimê ketin grevê. Di çalakiyê de rêveberên BDP'ê û gelek kesên din amade bûn. ÎZMÎR

Rêxistina Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Îzmîrê bi armanca piştgirî dayîna greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirk ku 67 roje didome, di navbera rojên 17-18’ê Mijdarê de greva birçîbûnê dane destpê kirin. Li rexmî gotina polîsan ya “çûyîna parkê qedexeye’ jî girse kete Parka Agora û çalakiya xwe didomînin.

Bi sedan kesên li ser banga rêxistina BDP’a bajarê Îzmîrê, dest bi greva birçîbûnê ya du rojî ku li tevahî Tirkiyeyê di navbera 17-18’ê Mijdarê de tê pêkanîn kir. Greva birçîbûnê ku xwestin li Parka Agora ya dîrokî ya Îzmîrê bikin, polîsan nexwest destûr bidin. Li rexmî ku polîsan israr kir li ber avahiya Kurdî-Derê çalakiya xwe bikin, girse ket Parka Agora û çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.