GOÇ-DER’ê Rapora Nisêbînê weşand

GOÇ-DER: Li Nisêbînê di dema ‘’qedexeya derketina derve’ de, ‘xendek’’ wekî hêncet hatine nîşandan û çekên giran li navçeyê hatine bikaranîn, li 6 taxên navçeyê ziyanên mezin gihandina mal û milkên şêniyên bajêr.

GOÇ-DER’ê têkildarî şerê giran ê Nisêbînê ku 134 rojan bê navber dom kir, rapora têkildarî binpêkirina mafên mirovan, li bînahiya komeleyê bi tevlêbûna rêveber û endamên Komeleya GOÇ-DER’ê bi civînekê ji bo raya giştî ragihand.

Di raporê de tê xwestin, pêdiviyeke girîng e ku komîsyoneke çalak û serbixwe were avakirin, da ku binpêkirinên mafan ên li navçeyê hatin jiyîn lêkolîn bike.

Di rapora GOÇ-DER’ê de tê gotin dema ku ‘qedexeya derketina derve’ li Nisêbînê li dar bûye, li bajêr dizî hatine kirin û wê demê ji bilî hêzên dewletê çi kesek li Nisêbînê nebûye. Bi armanca zelalkirina mijara diziyê ya ku li bajêr bûye, di raporê de tê xwestin ku lêpirsîneke asê were kirin û kiryar derkevin holê, bêne cizakirin.

Di rapora navborî de tê gotin her çendî ji hêla saziyên fermî ve daxuyanî hatiye dayin ku wê mexdûrbûna kesên ku neçar mane ku mal û bajarê xwe terikandina wê were dabînkirin jî, gelek şêniyên bajêr ên ku derketibûn, ti piştgiriyeke manewî û maddî ji bo wan nehatiye kirin û wa bi piştevaniya nas û dostên xwe çareserî ji pirsgirêkên xwe re dîtine.

Di raporê de tê gotin:

Dema ‘qedexe’yê de û piştre jî destûr nehatiye dayin ku cinaze li goristanên navçeyê werin veşartin.

Diyar bûye ku rayedarên dewletê bi rêveberên xwecih re hevkarî nekirine, ti agahdarî nedane wan.

Li gorî Protokola Otopsiyê ya Mînnesoto ku belgeyeke sereke ya NY’yê ye, divê lêkolînên binpêkirinên mafên mirovan, êşkence, mirinan, bi tevlêbûna pisporên zanyar ên objektîf pêk were.

Ji bo binpêkirinên mafên mirovan lêkolîn bike divê Komîsyona Mafê Mirovan a TBMM’ê bi lezgînî biçe navçeyê.

Ji ber polîtîkaya şerê ku hatiye jiyîn û koçberkirinê xwedanê esîl ên bajêr li ser xaka xwe bûne penaber.

Der barê navendên biryardar de ku tevlî operasyonên li taxan bûne, bêyî ku bi derengî bikeve divê lêpirsîneke hîkar dest pê bike.

Li ser navê ‘’pergala cameweriyê’’ dewletê bi ser bajarên welatiyan de, bi awayekî ku di dîrokê de qet nehatiye dîtin bi mehan derketina li derve qedexe kiriye, bi çekên giran bajar kavil kiriye, şewitandiye.

Ji ber ku qedexe li bajarê ku hatiye kavilkirin, şewitandin qedexê hê jî domdar e, ziyan bi her hawayî hê zelal nebûye.

Şandeya me li Nisêbînê, li ser gelek dîwaran gotinên nîjatparestî dîtine.

Hatiye tespîtkirin ku 45.000 Nisêbîniyên ku malên wan hatine kavilkirin û şewitandin niha li gund û navçeyên nêzî Nisêbînê bi cih û war bûne. Hatiye dîtin ku dewlet ji bo ku mexdûrbûna wan çareser bike tiştek nekiriye. Armanc ew e ku vegera li bajêr dereng bixîne û bi vî awayî kesên ku koçber bûne ji bajar û xaka wan were kirin.

Di dema qedexeya derketina devrede xendek kirine hêncet, bi çekên giran li navçeyê xistine û li 6 taxan ziyaneke mezin gihandine mal û milkên şêniyên bajêr.

Dewlet ku neçar e ku welatiyan biparêze, li gorî protokola zêdek a 1. a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê, Xala 35. a Destûra Bingehîn, divê li hemberî destlênedana malên her kesî hurmetdar be. Xala 35. û protokola bi nimroya 1’yê ya Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê hatiye binpêkirin. Di vê çarçoweyê de divê ziyanên ku hatine ser malên şêniyên bajêr di demeke nêz de werin dabînkirin. Mexdûrbûna madî û manewî ya şêniyên bajêr divê di zûtirîn demê de werin dabînkirin.

Piraniya bajarên ku qedexeyên derketina derve lê hatine ragihandin, ew bajar in ku piştî salên 90’î valakirina gundan a bi darê zorê, ji gundên xwe derketibûn, li bajaran dest bi jiyanake nû kiribûn.

Ji ber polîtîkayên dewletê plana islahata şerqê ya 1920’î hatiye rojanekirin û careke dî hatiye pêkanîn. Di salên 90’î de nêzî 5 hezar gund bi destê dewletê hatine şewitandin, di encamê de ji 3 milyona zêdetir mirov ji bajar û bajarokên ku xwe hatine kirin, bi asîmîlasyoneke dirinde re hevrû hatine hiştin. Bê cih û war kirin, qutkirina mirovan a ji civakîbûnê, dîrokê, çandê û giyên e. Armanc ew e ku mirov ji rehekên wan qut bikin, azadiya wan heps bikin, siberoja mirovan tune bikin. Bêmirovkirina xaka me ya qedîm, guherandina demografiyê bi awayekî sîstematîk, bi dirindeyî tê kirin. Ji bo vê jî polîtîkayên qirkirina çandî ne demdemî ne, her çendî rêbaz, dozaj, amûr û şêwaz bêne guherîn jî bûye polîtîyeke domdar a dewletê.

Dewlet di zûtirîn demê de divê ji polîtîkayên yekparêz, vederker biqere, şer biqedîne, li muzakereyan vegere. Di van şertên heyî de gelekî pêdiviyeke ku aştiyeke mayinde, adalet were avakirin, zemîna diyalogê û muzakereyê were danîn.

Di serî de NY, Xaça Sor, Rêxistinên Mafên Mirovan, Rêxistina Efûyê ya Navnetewî, em bang li hêzên demokrasiyê yên Tirkiyê ku dikin ku berpirsyariyên xwe yên ûcdanî ji bo gelê Nisêbînê di vê rewşa dijwar de bi cih bînin, bi Nisêbîniyan re di nav hevkarî û piştevaniyê de bin.