GOÇ-DER'a Amedê kongrya xwe pêk anî

GOÇ-DER'a Amedê kongrya xwe pêk anî

Komaleya GOÇ-DER'ê ya Amedê 1. kongreya xwe ya asayi pêk anî. Ji bo serokatiya komeleyê M. Vecih Aydogan hate hilbijartin.

Komeleya GOÇ-DER'ê ya Amedê 1'emin kongreya xwe ya asayî li salona civînê ya Navenda Çand û Ciwanan ya Cegerxwîn pêk anî. Di kongreyê de parlementerên BDP'ê Şaradarên BDP'î û gelek kesên din amade bûn. Serokê komeleyê yê berê Mehmet Çiçekçî, anî ziman ku di salên 1990'an de ji ber zext û zordariya dewletê li herêmê koçberiyek mezin çêbû û piştî koçberiyê gelek malbat bi derfetên xwe li bajarên mezin bi cih û war bûn û zehmetiyên mezin kişandin.

Çîçekçî, bal kişand ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest dewlet bi lezgîn dawî li tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bîne û wiha got: "Divê dewlet dest ji tecrîdê berde. Ji ber ku Birêz Ocalan vîna 3 milyon û niv gelê Kurde.

Piştî axaftinan hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de ji bo Serokê Komeleya GOÇ-DER'ê M. Vecih Aydogan hate hilbijartin. Ji bo rêveberiya komeleyê jî Rukiye Aksoy, A. Hamit Deniz, Adnan Dakman, Veysi Kartal, Yilmaz Kan û Faîk Îldan hatin hilbijartin.