Girtiyên PKK’ê û PAJK’ê girtîgehên ku zext lê zêde bûne, veguherîna ‘’laboratuvara Rewşa Awarte’’. Girtiyan xwestin ku bi bayê bezê bi Ocalan re hevdîtin pêk werin û gotin, ‘’li hemberî êrîşeke bi ser Rêbertiya me de, di asta herî bilind de em ê bibin xweyî çalakî.’’ Girtiyan diyar kirin, ew ê li hemberî polîtîkayên faşîzan li ber xwe bidin, xwestin ku binpêkirinên mafan ragihînin ji bo saziyên netewî û navnetewî. Di daxuyaniyê de hate gotin, ew ê çalakiyên takekesî qebûl nekin.
Li ser navê girtiyên PKK’ê, PAJK’ê Denîz Kaya, têkildarî Rewşa Awarte ku piştî hewldana darbeyê hate ragihandin, zextên li girtîgehan daxuyanî da.
Kaya diyar kir, 15’ê Tîrmehê di navbera du kîlakan de ku bi awayekî pergalî nekarîn desthilariyê par ve bikin şer derketiye û ev derketiye holê. Kaya wiha got:
‘’Li hemberî Gladyoya Qesrê ku 7’ê Hezîranê darbe kiribû, darbe hate kirin. Ev klîka desthilatdariyê bi tank, balfiran gelek saziyên dewletê dane ber bombeyan, li mirovên sivîl reşandine. Li gel vê jî, bi mebesta ku zemîneke rewa ji xwe re çêbikin navê, ‘’Yurtta Sulh Konseyî’’ li xwe kirine. Her wiha, darbeya Qesrê ku ji 7’ê Hezîranê ve vîna gel tine dihesibîne, meclîs baypas kirî, ji bo ku zemîna rewa ji xwe re çêbike, di navê, ‘’em li demokrasiyê xwedî derdikevin’’ bang li gel kiriye ku dakevin kuçeyan û heqê xwe bi kar bînin. Li ser vê, hemû hêzên xwe yên çete yên paramîlîter berdane kuçeyan, di serî de Kurd, bi ser taxên Elewiyan de, hemû beşên muxalîf de xwestin ku tirs û xofê ava bikin. Ev klîka desthiltdariyê ku medya jî dayî pişt xwe, sûcên hêwilnak, êşkene bi navê ‘’em demokrasiyê diparêzin’’ di nav wê hewldanê de bûye ku van rewa bide nîşandan.
EM PARÇEYÊ VÊ XETA DEMOKRASIYÊ NE
Kaya, destnîşan kir ku bi hezaran girtiyên siyasî yên li zindanan perçeyekî vê xeta demokrasiyê ne û dê li zindanan têkoşîna demokrasiyê berdewam bike û wiha got: "Di serdema desthilatdariya AKP'ê de li zindanan îşkence, sirgûn, tecrit, desteserkirina mafan, êdî ketin halekî rûtin. bûn polîtikayên rojane. Niha êdi zindan bûne laboratuvara Rewşa Awarte. Bi taybetî piştî zagonên Rewşa Awarte polîtîkayên desthilatdariyê, li dijî Îmralî li dijî Rêber Apo pêş ketine. Demek dirêj e tecrîda fîîlî heye. Telefon, hevditin, ziyaret, telefon, name, fax û hemû mafên wî ji destê wî hatine girtin. Ji bilî vê yekê em nizanin li girava Îmraliyê çi dibe. Em tu agahiyê ji rêberê xwe nagirin. Ev pir aşkere ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve pêş dikeve. Pir aşkere bi rehekê me dilîzin û hêrsa me zêde dikin. Ji bo wî welatî navnîşana aştî, demokrasî û çareseriyê Rêber Apo ye. Di heman demê te xeta sor a gelê kurd û tevgera azadiyê ye. Ji ber vê yekê em dixwazin demek berî demekê Rêberê me karibe bi malbat, parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Êdî sebra gelê kurd nemaye. Berî ku sebra Kurdan biqede divê bi lezgîn şert û mercên Rêberê me baş bibin û bi lezgîn bigêje şert û mercên azad. Em wekî girtiyên PKK û PAJK'ê yên li zindanan jiyana rêberê xwe wekî jiyana xwe dibînin. Çi êrişên li dijî jiyana Rêberê me pêk bê em li hemberî jiyana xwe dibînin. Çalakiyên me jî dê di asta jor de pêş bikevin."
‘ZEXT ZÊDE BÛN’
Kaya, xwest zextên li ser girtiyan pêş dikevin hemû raya tirkiye bizanibe,
Kaya, anî ziman ku êdî piştî darbeyê desthilatdariya AKP'ê sirgûn, tecrit, işkence û binêkirina mafan kirine rewşek asayî û wiha berdewam kir. "Desthilatdarî bi navê "Ez li dijî darbekaran têdikoşim" tundiya li ser girtiyan rewa dide xuyakirin. Dadgehên ku ji aliyên AKP'ê ve hatine avakirin hêj sucên girtiyan nehatine tespîtkirin li ser girtiyan zextan dimeşînin û mafên wan binpê dikin. Mafên girtiyan ên telefon, ziyareta girti û vekirî ji destê girtiyan hatiye girtin. Hemû hevdîtinên girtiyan ên bi parêzeran de di bin qeydan de ye. Dîsa girtî rastî cezayên dîsîplînê tên.
XETA MEZLÛM, KEMAL, XEYRÎ, FERHAT Û RÊBERÊ ME,XETA TÊKOŞÎNÊ YE’
Kaya, bilêv kir ku rojeva esasî ya girtiyên PKK û PAJK'ê rojeva Ocalan e û wiha berdewam kir: "Rojeva me ya esasî avakirina xwerêveberiya cewherî ya li Kurdistanê ye. Demokratîkbûna Tirkiye ye. Azadiya Rêber Apo ye. Em li dijî hemû êrîşên li ser nasname û gelê xwe dibin fedaî û diber xwe didin. Her kes têkoşîna me ya zindanê dizane. Wate rol û forma vê têkoşînê di dîrokê de rol û rista xwe lîstiye. Di darbeya leşkeri ya 12'ê îlonê de berxwedana zindanê rola xwe lîstiye. Rêberên me yên berxwedanê Mezlûm, Kemal, Xeyrî, Ferhat û Reberê me li Zindana Îmraliye tarza berxwedanê nîşan daye. Xeta têkoşîna wan xeta me ye. Ji ber vê yekê tê zanîn rê û rêbazên çalakiyên me çine. Em kîjan çalakiyê kengî û li ku çêkin tê zanîn. Em jimara li ser piyan qebûl nakin. Di zirgûna navbera girtîgehan de em bi tu awayî tazîkirinê qebûl nakin. Em tu êrîşên li dijî rûmeta xwe qebûl nakin. Heta niha me bi riya telekonferansê îfade qebûl nekir û ji niha û şûnde jî em qebûl nakin. Bi zorê me bibin SEGBİS'ê jî em îfadeyê nadin. Ji ber ku rêbaza SEGBİS'ê polîtîkayên sirgûnê rewa didin nîşandan. Em dema derkevin dadgehan em dê parastina rêveberiyên cewherî berdewam bikin. Di hevdîtina parêzeran de em qeydkirina hevdîtnê qebûl nakin.
Dem dem serdegirtina odeyan, mafê ragihandinê, desteserkirina pirtûk û amûran em qebûl nakin. Dîsa em tu rê û rêbaza çalakiyên tekakesî jî qebûl nakin. Em dê di lijî polîtikayên konsepta şerê taybet bi rêxistinî tev bigerin. Ji bilî çalakiyên navendî û giştî em tu çalakiyên tekakesî esas nagirin. Ew çalakiyên tekakesi pêk bên jî provokasê pêş dixin û em wan jî qebûl nakin. Em ji bo çareseriya pirsgirêkan berî her tiştî rê û rêbaza hevdîtin û diyalogê esas digirin. Ger ku daxwazên hevdîtin û diyalogê neyên qebûlkirin em dê seri li çalakiyên îtîata sivîl ên wekî slogan, lêdana mazgalan bidin. Li girtîgeha Elbistanê hevalê me Selver Yildirim ketiye rojiya mirinê. Em dixwazin demek berî demekê dest ji vê çalakiyê berde. Em tu çalakiyên tekakesî qebûl nakin. Di vê pêvajoyê de çalakiya tekakesî ne rast e. Em dê li dijî polîtikayên faşîzan di ber xwe bidin û em dê çalakiyên demokratîk pêk bînin.
Em bang li hemû parazvanên mafên mirovan ên neteweyî û navneteweyî dikin ku li hemberî van zextan bêdeng nemînin. Em bawer dikin ku her girtiyên PKK û PAJK'ê dê bi ruhê rêxistinî tev bigerin û rol û rista xwe ya dîrokî bilîzin. Em dê li dijî polîtîkayên faşizan heta dawî tebikoşin û em gelê xwe silav dikin.