Girtiyê nexweş ya bi navê Ozgur Karagoz ya li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê dimîne rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tibêya Amedê.
Binpêkirinên mafên mirovan yên li girtîgehên Tirk û pirsgirêkên girtiyên nexweş bedewam dike. Girtiyê bi navê Ozgur Karagoz ku bi nexweşiya "malîgn hîstîosîtozîs" ya ku di cîhanê de ji milyonê yek tê dîtin li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê tê girtin ji ber rewşa wî giranbû şevê din rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Amedê. Karagoz yê ku şevê li nexweşxaneyê hate girtin pişt re careke din birin girtîgehê.
Karagoz di 23'ê Çileya 2010'an de li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Amedê 9 salî û nîv cezayê girtîgehê girt û piştî ceza hate erêkirin hate girtin. Karagoz ji ber ku tevlî çalakiyên şermezarkirina girtinên KCK'ê bû 4 sal cezayê jî ji vê dozê girt. Karagoz bi tevahî 13 salî û nîv cezayê girtîgehê girt.