Girtiyê siyasî yê Kurd Remezan Ehmed ku ev serê çend salan e, bi bîrîndarî di zindana Qezwînê de ye û tê îşkencekirin, ev 12 roj in ku di greva birçîbûnê de ye.
Li gorî nûçeya Newroz TV’yê, girtiyê siyasî yê kurd Remezan Ehmed ku xelkê Rojavayê Kurdistanê ye, ev 3 sal in ku bi awayekî birîndar di zindanê de tê ragirtin. Berî bi demekê Ehmed ji bo emeliyatê veguhestibûn nexweşxaneyê û li wir çengê wî hatibû emeliyatkirin.
Lê piştî emeliyatê derkete holê ku hê çend perçe hesinên din jî, di çengê navborî de mane, lê rayedaran ew careke din birin zindana Qezwînê.
Ji ber ku mafê herî bingehîn ê Ehmed hatiye binpêkirin, naborî ev 11 roj in ku li zindanê di gireva birçîbûnê de ye.