Girtina parlamenteran li Dersîmê hate şermezarkirin

Girtina parlamenterên HDP'yî li Dersîmê hate şermerzarkirin.

Endamên Yekîtiya Hêzê ya ji bo Demokrasî û Kedê ya Dersîmê, girtina Demîrtaş û Yuksekdag şermezar kirin. Bi sedan kesên li kolana hunerê li hev civiyan, dirûşma "Kurdistan goristan e ji bo faşîstan" û "Maf, hiqûq û edalet wê bi PKK'ê were" qîriyan.

Hevserokê HDP'ê yê Dersîmê Arslan Çag li vir daxuyanî da û got, ew ê berxwedanê li her qadê geş bikin. Çag ji bo çalakiya sibe ya saet 17:00 a li medyana Seyîd Riza banga tevlîbûnê kir.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hate lidarxistn û girseya gel bi qîrîna dirûşman belav bû.