Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak cara duwem bi girtiyên di grevê de yên li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê hevdîtin pêkanî, ragihand ku girtiyan gotiye “Gotinên Rêberê me ji bo me esasin. Bê nîqaş tişta pêwîst em dê bînin cih.”
Piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li girtiyan kir ku dawî li çalakiya birçîbûnê bînin, Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak, Parlementerê Colemêrgê Adil Kurt, Parlementerê Stenbolê Sirri Sureyya Onder û Alîkara Hevserokên Giştî yên BDP’ê Parêzer Meral Daniş Beştaş bi girtiyên di çalakiyê de yên li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê re hevdîtin pêkanî, di derketina girtîgehê de daxuyaniyek hevpar dan.
Kişanak da diyarkirin ku, wana banga Ocalan ji girtiyên di çalakiyê de ragihandine û wiha got, “Girtiyên di çalakiyê de wiha ji me re gotin; ‘Gotinên Rêberê me ji bo me esasin. Bê nîqaş tişta pêwîst em dê bînin cih. Ev bang pir girîng û binirxe. Lê bleê di girtîgehan de gelek hevalên me hene. Ji ber ku me xwe negihandiyê, fikra wan negirtiye ji ber wê çendê îşev pêwîstiya me bi nîqaş kirin û nirxandinê heye’.”
Kişanak destnîşan kir ku, girtiyên li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê ku 67 roje bedenên xwe dane ber mirinê dê di derbarê mijarê de sibe siharê daxuyaniyê bidin, li beramberî pirsa rojnamevana ya ‘Ma çalakiya birçîbûnê xilas bû? Kişanakê bersiva “Min tenê hevokên wana dubare kirin. Em ji van hevokan vê fêm dikin; di vê mijarê de tiştên bihêvî dê çêbibin.”