Hevseroka KCDê Aysel Tûglûk û Parlementera BDPê Sebahat Tuncel li Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa ya Amedê bi girtiyan re hevdîtin pêk anî û piştî hevdîtinê daxuyanî dan.
Wekîlan dan zanîn ku girtiyan diyar kir ew banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo bidawîkirina greva birçîbûnê dinirxînin û dê sibê daxuyaniyekê bidin.