Girtiyên Girtîgeha Tîpa H ya Dîlokê diyar kirin ku, rayedarên girtîgehê Vitamîna B1 di depoyê de digire û vîtamîn nade wan. Girtiyan aşkera kir ku, girtiyên ji 12'ê Îlonê ve dest bi greva birçîbûnê kirine êdî pir zehmetiyê dikişînin ku avê jî vexwin û tenduristiya wan xirabe.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku ji aliyê girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ve hate destpêkirin 64 roj li pey xwe hiştin. Girtiyên Girtîgeha Tîpa H ya Dîlokê derbarê helwesta girtîgehê û rewşa hevalên xwe yên girtî de nameyek ji ajansa nûçeyan ya DÎHA'yê re şandin. Girtiyên name şandin diyar kirin ku, girtiyên koma destpêkê ên di 12'ê Îlonê de dest bi çalakiyê kiribûn êdî zehmetiyê dikişînin ku avê vexwin û rewşa wan her ku diçe giran dibe.
Girtiyan anîn ziman ku rayedarêr girtîgehê Vîtamîna B1 nade wan û wiha got: "Li şûna vîtamîna B1 kompleksên B1 didin wan. Vîtamîna B1 yên 100 mîlîgram ku bi riya malbatên xwe em ji ewropayê temîn dikin di depoyê de tên girtin. Vîtamîna B1 nadin me.
Girtiyan da zanîn ku rewşa girtiyên koma destpêkê her ku diçe xirab dibe û bi zihmetî heba B12 (bemiks) digirin. Girtiyan da zanîn ku êdî girtî bi zihmetî li ser piyên xwe dimeşîn. Êdî gêj dibin û vedireşin.
'HETA KU DAXWAZÊN ME PÊK BÊN ÇALAKIYA ME DÊ BIDOME'
Girtiyan anîn ziman ku, ew dê heta dawî daxwazên xwe biparêzin û heta ku mafê gelê Kurd û azadiya Ocalan pêk bê dê di daxwazên xwe de israr bikin û çalakiya xwe berdewam bikin.