Gerîlayên YJA Starê: Azadî ked dayîn e

Bi boneya 1'ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê gerîlayên YJA-STAR nêrînên xwe bi me re parve kirin.

Li hemû cihên dinyayê heqîqeta ku rastiya 1'ê Gulan'ê afirandiye, hêza berxwedaniya li hemberî nijadperestiya keda ku di asta herî dawî de tê kirin û li hemberî hêrsa mezinbûna sermayeya kapîtal e. Weke li hemû deran çîna kedkaran ku serî ji nijadperestî û bêdadiya kedê re rakirine marûzî tundî û nijadperestiya ku hatine bi darvekirin ve encam bûye û ev bûye wesîleya têkoşîneke dîrokî. Weke ku tê zanîn 1'ê Gulanê roja kedkarên cîhanê ye. Me jî bi boneya vê rojê ji gerîlayên YJA-STAR nêrîn û hestên wan girtin. Gerîlaya bi navê Roj Evîn di destpêka axaftina xwe de vê cejnê li hemû kedkarên cîhanê pîroz kir û wiha got; "Di kongreya Enternasyonal ya duyemîn ku di sala 1889'an li Chicago kom bûne de 1'ê Gulanê destpêkê di sala 1890'î de di asta navneteweyî de roja yekbûn, têkoşîn û berxwedanî hatiye qebûlkirin".

ROJA YEKBÛN, TÊKOŞÎN Û BERXWEDANIYÊ YE

Evîn di axaftina xwe de bal kişand ser wate û girîngiya vê rojê û wisa pê de çû; "1'ê Gulan'ê weke roja kedkaran, li hemû cihên dinyayê bûye wesîleya têkoşînên bi hêz. Di heman demê de, bûye roja gelek însanên ku evîndarê azadiyê ne, wate didin ked û nirxan û ji bo van canê xwe feda kirine. Lewra hemû rêxistinên ku ji kevneşopiya çep hatine li vê rojê pir bihêz xwedî derketine û her tevgerek, di dîroka xwe ya têkoşînê de cih dane vê rojê, wateyên nû barkirine".   
 
TÊKOÇÎNA TÊ DAYÎN TI CARÎ VALA NAÇE

Evîn işaret bi neçarmayîna polîtîkaya Tirkiyeyê ya ji ber berxwedanê kir û wiha dewam kir: "Di aliyê Tirkiyê de di qada Taksîmê sala 1977'an weke '1'ê Gulana bixwîn' mitînga ku bi tevlîbûna sed hezaran ve hatiye çêkirin, hêzên dewletê bêyî ku bêjin zarok, pîr, jin, zilam bi wehşî êrîş kirin. Di encama vê êrîşê de 36 can hatin kuştin û nêzî sed kes hatin girtin û darizandin. Ruxmî vê tundiyê di sala 78'an de hêzên çep dubare li qada Taksîmê ku weke qada bixwîn tê bibîranîn de 1'ê Gulanê pîroz kirin û ji hêzên faşîst ên nijadperest re, mesaja şoreşger wê ti caran pes nekin û têkoşîna azadiyê wê her berdewam bike dan. Bi salên dirêj hêzên dewletê Taksîm ji pîrozkirin û bibîranînên gelan re digirtin neçar man qada Taksîmê ji gelên kedkar û azadîxwaz re vebike. Ev jî têkoşîna ku ji bo azadiyê tê dayîn dide nîşandan ku ti caran vala naçe. Ji bo vê hemû astengiyên ku têne derxistin ne beriya wê bandor bûye ne jî piştî wê karîbûye roleke bandor bilîze. Berevajî, ji aliyê hemû kesên ku têkoşîna azadiyê dane ve her tundiyeke nû di heman demê de bûye bahaneya têkoşînkirineke nû ya bi hêz."

MEHA GULANÊ MEHA KED DAYÎNÊ YE

Gerîlaya bi navê Evîn Pencewînî jî destnîşan kir ku ked jî yek ji nirxên civakê yê ku pêşketin dide avakirine û bi vê awayî dirêjî da axaftina xwe; "Di civakê de gelek nirxên girîng hene, nirxên ku civak dikin civak hene. Ew nirxa ku civakê pêş dixe, bi hêz dike û mirovahiyê li derdora hevdû kom dike ked e. Hebûna mirovahî bi vê ve girêdayî ye, eger mirov ji pîvana ked dayînê qut bibe wê demê ti wateya mirovbûyînê namîne, yanî ya ku mirov bi rêz dike, xweşik dike ked dayîne. Her tim mirovahî bi keda xwe mohra xwe li pelên dîrokê daye. Bi qasî ku parêzvanên keda jiyanê hene ewqas jî mirovên ku li ser keda mirovahiyê xwe didine jiyîn hene. Van mirovan her tim ji rastî û heqîqeta jiyanê dûr bûne, ji bo ku bigihîjin pîvana kedê jî ti hewldanên wan nîne, lewma li derveyî jiyanê dimînin."

EV MEH LI HEMBERÎ SÎSTEMA KAPÎTALÎST DARBEYEK EMEZIN E

Pencewînî ragihand ku meha Gulanê meha ked dayîn û meha şehadetê ye. Her wiha bal kişand ser keda jinê ya di vê qadê de û welê bilêv kir; "Di vê wateyê de meha Gulanê bi meha ked dayîn û meha şehadetê tê binav kirin, ev meh bi ked û xwîna şehîdan hatiye xemilandin, ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo gelên din jî bi heman awayî ye. Her wiha meha Gulanê, bi taybet jî 1'ê Gulanê  li hemberî sîstema tekperestî, bêkedî, birçîtiya ku sîstema kapîtalîzm ava kiriye çalakiyeke herî bi wate ye. Asta têkoşînê ya ku bi pêşengîtiya jinê di vê mehê de ava bûye pêwîste neyê jibîrkirin, ya ku herî zêde sîstema kapîtalîzm ji bo xwe metirsiyeke mezin dibîne asta tekoşîna jinê ye. Em dikarin bêjin ku ev meh bi giştî darbeyeke mezine ji bo sîstema kapîtalzm."

JI KED Û BEDENA KARKERAN DIDIZE

Gerîlaya bi navê Viyan Artos jî bal kişand ser kedxwariya li Tirkiyê û wisa pê de çû; "Di roja me ya îro de hê jî feraseta nijadperest ku kedkaran weke hêza karê ku hatiye makînekirin dibîne xwe diparêze. Herî dawî li xebatkarên Pira 3. ya Stenbolê re ji aliyê Serokkomar ve soz hate dayîn ku heta xelasbûna pirê hemû kesên ku bizewicin wê masrafên wan werin dayîn û 3 hezar TL îkramiye were dayîn. Lê ji ber bi dawiya xelasbûna pirê ve gelek xebatkar ji kar hatin derxistin. Û ew soza xwe bicih nanîn. ro hejmara mirina kedkaran gihîştiye hezaran. Û her roj zêdetir dibe. Li şûna ku karmend pêşengîtî bide derfetên kar di mercên tenduristî de were pêşxistin vêna pir jî nafikire, him ji ked û him jî ji bedena kedkaran didize."

PKK'Ê HEWLDANEKE MEZIN DAYE

Artos di berdewamiya axaftina xwe de da xuyakirin ku PKK partiyeke ku li ser kedê hatiye avakirin û wiha anî ziman; "PKK ya ku weke Partiya Karkerên Kurdistan derketiye heta niha jî mafê karkeran parastiye, li hemberî nijadperestiyan derketiye. Heta roja me ya îro ji bo di rewşeke azad de derfet û merc bafirîne hewldaneke mezin daye. Hemû karkeran divê bi sîstema serdest-îktîdarperest bidin fêmkirin ku ne koleyên kedên xwe ne, xwediyên rast ên kedên xwe ne. Bi hezaran karkerên ku tevlî sendîkayan bûne ji kar hatin girtin, çima? Ji ber ku karmend kesên ku li hemberî xwe rêxistinî ne, serî ji derew û hîleyan re neheqiyan re nagirin naxwaze. Kesên ku di halê xwe de, tiştên ku têne kirin re bêdeng dimînin dixwaze."

Artos got; "Erê tam jî li hemberî vê sekinandin, di cihên ku em kar dikin fikrên hevpar, mercên xebatê yê azad, mercên tenduristiyê û ji bo mafên keda xwe divê em têkevin hereketê." Û wisa dawî li axaftina xwe anî; "Ruxmî hemû êrîşan her sal weke îro çawa li Taksîm tê pîrozkirin her renk, her pêkhate û temen de werin gel hev, di zimanên cuda re stran gotin, li hemberî 'hêzên ewlekarî' bi hev re meşandina berxwedanê girîng e."