Gerîlayên HPG/YJA Starê li Wan, Gever, Semsûr, Osmaniye û Mêrdînê lê dan
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, ji Wanê heta Osmaniyeyê encamên gelek çalakiyên gerîla eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, ji Wanê heta Osmaniyeyê encamên gelek çalakiyên gerîla eşkere kir.
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li Wanê çalakiyên sûîqestê yên xurt hatin lidarxistin. Li Wanê herî kêm 9 leşker hatin kuştin, li Mêrdînê jî kontrayek hat 'cezakirin'.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
LI WANÊ KEMÎNÊN LEŞKERÊN TIRK
Ji 17'ê Tebaxê û vir ve, yekîneyên artêşa TC li bejahiya gundên Paçanê, Bozka û Karahîsar ên ser bi bajarokê Xoşab ê navçeya Wan Elbakê, bi 200-250 leşkeran kemînê datînin. Liv û tevgera leşkerî ya li vê derê hê dewam dike.
Di sibeha 19'ê Tebaxê de artêşa TC li gundên Aşkta û Karaxpula yên Elbakê derket operasyonê. Operasyon danê êvarê saet di 17:00 de bi rengekî bê encam qediya.
LI QELQELIYÊ 8 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Xebat Aktepe de; roja 19'ê Tebaxê saet di 15:30 de hêzên me li hemberî wesayîteke leşkerî ya bi tîpa Kobra ya li ser rêya Wan-Qelqeliyê çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di encamê de ev wesayît bi temamî îmha bû û 8 leşker mirin. Nûçeyên medya Tirk ku gotin 'çend leşker di vê çalakiyê de birîndar bûne' ne rast in. Piştî çalakiyê bi helîkopterên Skorskyk leşkerên birîndar hatine rakirin û birine Wanê."
LI ELBAKÊ ÇALAKIYA GERÎLAYÊN YJA STARÊ
Roja 20'ê Tebaxê saet di 19:00 de gerîlayên YJA Starê li hemberî leşkerên li qereqola Bableşin a navçeya Wan Elbakê çalakiyeke sûîqestê pêk anîn. Di encamê de leşkerek hat kuştin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Her du çalakî ji bo bîranîna hevrê Baz û Bahoz ên di sala 2015'an de li Qelqeliyê şehîd ketin, hatin lidarxistin."
LI COLEMÊRGÊ ÇALAKIYA SÛÎQESTÊ
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê çalakiyên gerîla yên li qadên din de ev agahî da:
"20'ê Tebaxê saet di 16:30 de, hêzên me li leşkerên artêşa TC ên li dora girê Şehîd Hozan ê li herêma Bînbîr a navçeya Colemêrg Geverê bi cih bûbûn, xistin. Di vê çalakiya sûîqestê de leşkerek hat kuştin.
ÇALAKIYA LI SEMSÛRÊ
17'ê Tebaxê li bajarokê Komur ê navendan Semsûrê, yekîneyeke me ya gerîla ya bi erka xwe radibû, bi yekîneyeke veşartî ya artêşa TC hesiya û derbên xurt lê da. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên li vir nehat zelakirin.
Rojên 17, 18 û 19'ê Tîrmehê artêşa TC li derdora gundên Ozika, Dilkiya, Akçali Kotir, Şexler, Kîstan, Koçalî û Gomika yên li herêma Xidsor a navenda Semsûrê derket operasyonê û kemîn danî. Leşkerên artêşa TC avêtin ser gundê Ozika û li vir gelek kes binçav kirin. Her wiha zexteke giran li gundên Elewiyan ên li vê herêmê dikin. Operasyon roja 19'ê Tebaxê qediya, lê yekîneyên veşartî hê li qadê ne.
OPERASYONA LI DÎGORÊ
Di 14'ê Tebaxê de, artêşa TC ji bajarokê Pasîtlî yê navçeya Dîgor a Qersê heta navçeya Dîgorê li herêmeke berfireh a bejahî dest bi operasyonê kir. Operasyon di heman rojê de qediya.
LI OSMANIYEYÊ ÇALAKÎ
Roja 20'ê Tebaxê saet di 04:30 de, gerîlayên me xwe berdan nava qereqola Kalecîk a navçeya Hasanbeylî ya Osmaniyeyê. Di vê çalakiyê de çeperek hedef hat girtin û îmhakirin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên li vir nehat zelalkirin.
LI MÊRDÎNÊ KONTRAYEK HAT 'CEZAKIRIN'
Kesê bi navê Medenî Konak ê di sala 2015'an de li herêma Omerya ya Mêrdînê cerdevanî û karê JÎTEM'ê dikir, ku tevî hemû hişyariyan jî ev yek dewam dikir, di Cotmeha 2015'an de hat cezakirin. Karê ajankirinê yê vî şexsî îro ji aliyê birayê wî Ekrem Konak ve tê dewamkirin. Bila gelê me li hemberî karê kontra û ajankirinê yên dijmin bi destê vî şexsî dike, hişyar be."