Gerîlayên HPG/YJA Starê ji bo azadiya Ocalan banga têkoşînê kirin
Gerîlayên HPG/YJA Starê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang gel û hêzên demokratîk kir, ku bi xurtî têbikoşin.
Gerîlayên HPG/YJA Starê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang gel û hêzên demokratîk kir, ku bi xurtî têbikoşin.
Gerîlayên HPG/YJA Starê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang gel û hêzên demokratîk kir, ku bi xurtî têbikoşin.
ŞOREŞ ÇELÊ: LI DIJÎ FERASETA DARBEYÊ, PÊWÎSTÎ BI SEKNEKE DEMOKRATÎK HEYE
Şoreş Çelê bal kişand ser pêşdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser hewldana darbeyê û got, "Di demên beriya niha de jî Rêberê me pêşî li hêza darbeyê girtibû. Bi saya astengiyên Rêberê me destnîşan kir, ev hewldana darbeyê jî dereng ket. Naxwe wê zûdeyî bihata kirin. Li dijî vê hewldana darbeyê, sekneke demokratîk divê. Pêwîste hêzên demokratîk xwedî sekneke bi vî rengî bin. Hem li hemberî hewldana darbeyê, hem jî li dijî zîhniyeta AKP'ê, divê sekneke demorkatîk were nîşandan."
Çelê da xuyakirin, ku eger li hemberî ferasetên darbeyê helwesteke demokratîk neyê nîşandan, dibe ku firsendeke bi vî rengî careke din bi destê gelan û hêzên demokratîk nekeve.
Şoreş Çelê diyar kir, çalakiyên gelê Kurd watedar û pîroz in û got, "Lê belê, me kengî têkoşîna gerîla û gel mezin kir, hingî em ê li hemberî faşîzma AKP'ê bi ser bikevin. Lewma bang li gelê me dikim, ku li her qadê çalakiyên xwe mezin bike."
HOGIR ANDOK: YA QEWIMÎ, ŞERÊ JI BO DESTHILATDARIYÊ BÛ
Hogir Andok da zanîn, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan darbeya li Tirkiyeyê ji berê ve dît û gelek caran hişyarî da Erdogan. Andok got, "Bi demê re Tayyîp bala xwe dabû van hişyariyan. Lê belê piştî wextekê, daxwaza wî ya ji bo desthilatdariyê ewqasî mezin bû, ku êdî çavên wî tiştek nedît. Di dawiya dawî de jî darbe hat kirin. Ev darbe şerê ji bo desthilatdariyê ye. Pêwîste bi vî rengî bê dîtin."
Andok destnîşan kir, ku hatiye dîtin; heza yekane ya dikare pêşî li darbeyê bigire Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e got, "Lê mixabin di genetîka Tirkiyeyê de çareseriya pirsgirêkan nîne." Andok diyar kir, di demeke ewçend tevlîhev de, agahînegirtina ji Rêberê Gelê Kurd wan dixe nava fikaran û destnîşan kir, ku divê ev rewş derhal bê zelalkirin.
Andok anî zmian, weke ewlad û şervanên vî gelî, armanca wan a herî mezin azadiya Rêberê Gelê Kurd e û got, "Heta dilopa dawî ya xwîna xwe, weke fedayiyên Rêber Apo em ê erka xwe bi cih bînin. Lê belê ev pêvajo bi tenê bi berxwedana gerîla nameşe. Eger em weke gel û gerîla karibin bi hev re erk û wezîfeyên xwe bi cih bînin, hingî em ê bi ser bikevin."
ŞERGER BOTAN: FELSEFEYA RÊBER APO MÎNAKEK JI BO HEMÛ GELAN E
Şerger Botan diya rkir, felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hemû gelan dikare bibe mînak û got, "Ji ber vê yekê divê em li hemû parçeyên welêt û li cihên Kurd lê dijîn rabin serhildanê. Ji vê derê bang li tevahiya gelê me dikim. Heta em agahiyê ji Rêber Apo bigirin, em li her deverê çalakiyên xwe derxînin asta herî bilind."
KOÇERÎN ROJÎN: JI BO ŞIKANDINA TECRÎDÊ ÇI DIVÊ EM Ê BIKIN
Gerîlaya YJA Starê Koçerîn Rojîn bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Ji bo şikandina tecrîdê, çi divê, em ê wê bikin. Ji bo azadiya Rêber Apo pêwîste gelê me biherike qadan. Niha ji bo Rêbertî çalakî tên lidarxistin. Ev çalakî gelekî girîng û hêja ne. Lê divê bên mezinkirin. Pêwîste gelê me ji bo azadiya Rêber Apo bi hemû hêza xwe biherike qadan."