Di çalakiya li dijî wesayîta bi tîpa Akrep û leşkerên li nuqteyê hate lidarxisin de 5 leşker hatin kutşin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî têkildarî çalakiyan ev agahî parvekirin: “15’ê Îlonê artêşa Tirk li gundên Tuyê, Tisê, Dêmen û Meleyan ên girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê dest bi operasyonekê kirine. Operasyon heta 19’ê Îlonê dewan kir û bê encamp vekişiya.
LI DIJÎ GIRÊ OREMARÊ ÇALAKÎ
20’ê Îlonê hêzên me di saet 11:00’an de li dijî Qereqola Tepê Çeta ya li herêma Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyek li dar xist. Di vê çalakiyê de jimara kuştî û birîndarên leşkeran nehate zelalkirin.
19’ê Îlonê di saet 15: 30 û 20’ê Îlonê jî di saetên danê nîvroyê de gerîlayên me bi hewanan li dijî leşkerên ku li girê Şehîd Cîhat ê girêdayî navçeya Çelê ya Çolemêrgê kom bibûn çalakiyek pêk anî. Di vê çalakiyê de jimara kuştî û birîdarên leşkerên artêşa Tirk nehate zelalkirin.
18’ê Îlonê di 15:30’an de gerîlayên me li dijî pêgerkî keşfê ya bi tîpa Drone ya li derdora Qereqola Şûtê ya girêdayî navçeya Çelê di nava tevgerê de bû, bi çekên ferdî lêxistin û pêgeya keşfê xiste xwarê.
LI ERZÎNGAN ÇALAKIYA SABOTAJÊ
20’ê Îlonê di saet 10:40’an de gerîlayên me li ser rêya Erzîngan-Erzirom li dijî nuqteya Qereqola Jendermeyan a Avcilari ya girêdayî navçeya Uzumlu ya Erzînganê çalakiyekî ya sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiya ku li dijî wesayîta zirxî ya bi tîpa Akrep û leşkerên ku li nuqteyê hate lidarxistin; wesayîta zirxî ya Akrep hate hate îmahakirin 5 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC kuştî û birîndarên xwe bi ambûlansan rakirin nexwşexaneyên Erzînganê.
GERÎLAYÊN YJA-STAR LI DERSIMÊ ÇALAKIYA SEKVANIYÊ LI DAR XIST
20’ê Îlonê gerîlayên YJA-STAR di saet 10:00’an de li navçeya Xezo ya Dersimê li dijî leşkerên qereqola Amûtkayê çalakiyekî sekvaniyê li dar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.
20’ê Îlonê artêşa Tirk li deverên Kûtûdere û Yolçati ya girêdayî Dersimê di saetên şevê de operasyonek dan destpêkirin. Operasyona artêşa Tirk a ku yekîneyên xwe yên veşartî li qontara Zel, qontara Mûnsûrvan û derbenda Rojnek dayî destpêkirin dewam dike.
20’ê Îlonê artêşa Tirk li herêma Veng a Geliyê Mûnzûrê operasyonek dane destpêkirin.”