Gerîlayên HPG’ê gelek navend kirin qadên çalakiyê
Gerîlayên HPG’ê li dijî leşkerên Tirk ên li Elbak, li ser rêya Colemêrg-Çelê, li derdora Girê Şehîd Kendalê çalakî li dar xistin.
Gerîlayên HPG’ê li dijî leşkerên Tirk ên li Elbak, li ser rêya Colemêrg-Çelê, li derdora Girê Şehîd Kendalê çalakî li dar xistin.
Gerîlayên HPG’ê li dijî leşkerên Tirk ên li Elbak, li ser rêya Colemêrg-Çelê, li derdora Girê Şehîd Kendalê çalakî li dar xistin. Gerîlayên li dijî Fermandariya Tabûrê ya Geyîksûyû ya girêdayî navçeya Xozat a Dersîmê çalakiya sûîqestê li dar xistin, 2 leşker kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku gerîlayê HPG’ê Umît Caner ê bi nasnav Şervan Êrîş li dijî qereqola Kanî Spî ya Girêdayî navçeya Elbak a Wanê çalakî li dar xistiye. HPG’ê destnîşan kir ku Caner bi leşkerên qereqolê re ketiye şer û bi lehengiyek mezin ve jiyana xwe ji dest daye, wiha got: “Li dijî êrîşên artêşa TC a ku li beramberî gelê mey ê Kurdistanê dimeşîne, 12’ê Tîrmehê li dijî qereqola Kanîspî ya girêdayî navçeya Elbak a Wanê hevalê me Şervan Êrîş bi însiyatîfa xwe çalakî li dar xistiye. Di vê çalakiyê de ku bi însiyatîfa xwe li dar xist, hevalê Şervan bi yekîneyên qereqolê re ket şer û bi lehengtiyek mezin şehîd ketiye. Yekîneyên dijmin ji bert irs û fikararn hefteyekê derdora qereqolê dane ber obus û hewanan.”
LI RÊYA COLEMÊRG-ÇELÊ LI DIJÎ KONVOYA LEŞKERÎ ÇALAKÎ
3’yê Tebaxê saet 13.30’an li ser rêya Colemêrg-Çelê, hêzên me li dijî konvoyek ku ji wesayîtên zirxî û leşkerên piyade pêk dihat çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de 3 leşker birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC qada çalakiyê û derdor da ber obus û hewanan.
LI QILEBANÊ BI ÇEKÊN GIRAN VE ÇALAKÎ
3’yê Tebaxê saet 13.00’an hêzên me li dijî artêşa TC a ku xwe li derdora girê Şehîd Kendal a li qada Qileban a Şirnexê bi cih kiribûn bi çekên giran (hewan) çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin. Piştî çalakiyê, artêşa TC qada Deriyê Dawetiya, qada Girê Nêriya, girên Şehîd Rênas û Şehîd Rênas bi obus, hewan û tankan bombe kir.
ARTÊŞA TIRK AGIR BERA ERAZIYÊ DA
3’ê Tebaxê saet 21.00-00.00’an artêşa TC, girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê, Deriyê Şehîd Alîşêr, Deriyê Koçera û derdora gundê Gohanis bi obus, hewan û tankan bombe kir. Ji ber bombekirinê agir bi eraziyê girt.
LI QEREYAZIYÊ OPERASYON Û ZEXTA LI SER GEL
Ev hefteyek e artêşa TC navenda navçeya Qereyazî ya Erziromê dorpêç kiriye û li gundên girêdayî navçeyê zextê li gel dikin. Her wiha, artêşa TC li bejahiya Qereyaziyê operasyonê jî dimeşîne.
LI DERSÎMÊ ÇALAKIYA SÛÎQESTÊ: 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN
3’yê Tebaxê saet 18.00’an hêzên me li dijî Fermandariya Tabûrê ya Geyîksûyû ya girêdayî navçeya Xozat a Dersîmê çalakiyên sûîqestê li dar xistin. Li vir 2 leşker hatin kuştin; dûrbînek bi tîpa nîkon jî hate îmhakirin. Piştî çalakiyê, artêşa TC qadên derdora xwe da ber çekên giran û tankan.
Nasnameya hevalê şehîd wiha ye;
Nasnav: Şervan Êrîş
Nav û Paşnav: Umît Caner
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik û Bav: Naîme - Mehmet
Dîrok û Cihê Şehadetê: 12’ê Tîrmeha 2016’an / Wan”