Gerîlayê HPG’ê Mehmet Hişyar Ozer ê li çoltera Licê jiyana xwe ji dest da, li Bonglanê hate definkirin. Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken ê tevlî merasîma cenazeyê bû got; “Tevî hemû zext û zilmê ya bi sedan salan jî nikarîbûn îradeya gelê me teslîm bigirin.”
Gerîlayê HPG'ê Mehmet Hişyar Ozer (Xelîl Jêhat) ku di 24'ê Tebaxê de li Licê jiyana xwe ji dest dabû li Bonglanê hat definkirin. Malbatê piştî testa DNA'yê, cenaze wergirtin û birin navçeya Bonglanê ya Çewligê. Serokwekîlê Koma HDP'ê yê Îdris Balûken, endam û rêveberên HDP û DBP'ê li gel malbatê cenaze wergirtin û çûn navçeya Bonglanê û cenazeye Ozer bi merasimekê li Goristana Bazman Asrî defin kirin. Koma beşdarî merasimê bû bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin" û "Ey Şehîd Xwîna Te Li Erdê Namîne" berz kirin. Piştî rêzgirtinê sirûda "Çerxa Şoreşê" hat gotin. Piştî cenaze hat definkirin Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdris Balûken axaftinek kurt kir.
Balûken, anî ziman ku sed sal in zarokên gelê Kurd li ser vê axê tên definkirin û wiha got: "Gelê me li gel hemû zilma dijwar vîna xwe teslîm nake. Sed sal in zilmê dikin, lê nikarin vîna gel teslîm bigirin. Niha me ji can û kezeba xwe perçeyekî din da vê axê. Em dîsa soza ku em li têkoşîn û doza wan xwedî derkevin didin. Heta ku em gelê Kurd, axa Kurdistanê û Rêberê Gelê Kurd azad bikin û em bi hev re li ser vê axê wekhev û azad bijîn, em ê têkoşîna xwe ya demokrasiyê bilind bikin. Em ti carî ala vîna gelê Kurd danaxin. Bila şehîdê me û gelê me rehet be."
Balûken, destnîşan kir ku her dem li dijî gelê urd şerekî taybet tê meşandin û niha jî bi girtin, binçavkirin, qeyûman dixwazin vîna Kurdan teslîm bigirin, lê ti carî wê nikaribin vîna gelê Kurd teslîm bigirin. Gel êdî dibêje "Ocalan vîna min e" ji ber vê yekê wê nikaribin vîna gel bişkînin. Bila binêrin gelê Bonglanê û Çewligê çawa li şehîdên xwe xwedî derdikevin. Referansa me ew ciwan in ku ji bo vê axê xwe feda dikin. Heta ku em têkoşîna wan bigihînin serkeftinê wê têkoşîna me berdewam bike."