Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Serkan Sonmez (Çekdar Îdir) ê di şerê 12'ê Cotmehê yê li bejahiya navçeya Mûş Kopê de jiyana xwe ji dest da, piştî ku Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hat wergirtin, danê vê sibehê li pêşiya Îdirê ji aliyê bi hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin.
Pêşiya konvoya cenaze ji aliyê leşkerên Qereqola Suveren ve hat girtin. Piştî rageşiyekE kin konvoya cenaze derbas bû û cenazeyê Sonmez anîn bajarokÊ Halfetiyê. Li vir wecîbeyên olî pêk hatin. Rêveberên HDP, DBP, hevşaredar, parlementerên HDP'ê Mehmet Emîn Adiyaman û Kiznaz Turelî û gelek kesên din tevlî merasîma cenaze bûn. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Sonmez ji aliyê girseyê ve hat hilgirtin û bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" , "Şehîd Namirin" û "Tolhildan" ber bi goristana bajarok ve hat birin.
Piştî veşartina cenaze, Parlementerê HDP'ê yê Îdîrê M. Emîn Adiyaman axivî û diyar kir ku Sonmez şehîdê hemû Kurdistanê ye. Adiyaman destnîşan kir ku berpirsiyarê hemû mirinan hikûmeta AKP'ê ye û got: "Şehîdê me li hemberî zext û zilmê derket û tevlî refên azadiyê bûn. Bila hikûmeta AKP'ê baş bizane, tevî hemû hewldanên şer wê dîsa bêjin aştî. Ji bo kesekî din jiyana xwe ji dest nede ya ji destê me tê em ê bikin. Ji bo êdî mirin çênebin. Em li vir bang li hikûmetê dikin. Berpirsiyarê vî şerî hûn in."
Piştî axaftina Adiyaman girse bi dirûşmeyan heya mala Sonmez meşiya û konê şînê ziyaret kir.