Gerîlayê HPG'ê Partîzan bi merasîmekî heybet ber bi bêdawîtiyê ve hate oxirkirin

Li navçeya Ranya ji aliyê sedan kesî ve cenazeyê gerîlayê HPG'ê Helwest Partîzan (Hîwa Hamît) ê ku di 19'ê Mijdarê de, li Mêrdînê şehîd bibû hate pêşwazî kirin û li Goristana Şehîdan ber bi bêdawîtiyê ve hate oxir kirin.

Piştî ku cenazeyê gerîlayê HPG'ê Helwest Partîzan (Hîwa Hamît) ê ku di 19'ê Mijdarê de li Mêrdînê di şerekê de şehîd bibû, îro li Deriyê Îbrahîm Xelîl hate girtin û bi konvoyekî wesayîtan ber bi navçeya Ranya yê ve bi rê ket, dema ku li bajorokê Siktan û Çiwarqurne re derbas bû hate pêşwazî kirin. Dema ku cenaze gihîşt navçeya Ranya ya Silêmaiyê ji aliyê sedan kesî ve hate pêşwazî kirin Li Ranya li ber Mizgefta Seîd Qadir girseyê ceneze bi dirûşmeyên weke 'Şehîd namirin" û "Helwest namire" darbesta cenaze ber bi Goristana Şehîdan ve birin û bi merasîmekî bi heybet ve ber bi bêdawîtiyê ve oxir kir.

‘KURÊ MIN SÎNOR DERBAS KIR’

Di merasîmê de ewilê dayika gerîlayê HPG'ê Helwest Partîzan; Wazîhe Hacî axifî û wiha got: "Kurê min bê cudahî ji Başûrê Kurdistanê sînor derbas kirin û çû Bakurê Kurdistanê li dijî rejîma dagirker a dewleta Tirk şer kir. Helwest netenê şehîdê me ye. Şehîdê her çar parçeyê Kurdistanê ye. Em bi şehîdbûna Helwest serbilindîn."

‘GELÊ KURD YEK E’

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb ku di merasîmê de amade bû, axivî û wiha anî ziman; "Di serî de bi navê Hevserokatiya KCK'ê û hemû hevalên şehîd Helwest sersaxiyê ji malbatê û tevahiya gelê Kurd re dixwazin. Li kûderê karê giran û zehmet hebûya heval Helwest li wî cihî amade bû. Şehîd Helwest li Başûrê Kurdistanê çû Bakurê Kurdistanê şehîd bû. Ji ber vê divê gelê Kurd û bi taybet aliyên siyasî vê rastiyê baş bizanin gelê Kurd yek gele û ji hev hatine parçe kirin. Bila êdî dijminê gelê Kurd nekare parçebûnê bêxe di nava me de. Divê em yekîtiya xwe çêbikin. Bila em hemû bêberjewendî weke şehîd Helwest tevger bikin."

Piştre Hevseroka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Şîlan Şakir ji axivî û got; "Têkoşîna gelê Kurd gihîştiye astekê. Em li vê derê peyama xwe ya bi şehîdan re duber dikin. Heta ku daxwaz û armancên wan bi cih bên em ê dest ji têkoşînê bernadîn. Heta ku armancên wan bên cih em ê tokoşînê bilind, xurt û bidomîn in.

Piştre jî xalê gerîlayê HPG'ê Helwest Partîzan, Abdulwehab Dukanî axivî û diyar kir ku ewan xwe weke parêzvanên xaka welatê xwe dizanin û wiha got: "Dema ku egîdek ji Başûrê Kurdistanê diçe li Bakurê Kurdistanê li dijî dagirkeriya Kurdistanê şer dike, ev yek ji bo gelê Kurd cihê şanaziyê ye. Şehîd Helwest cihê xwe di nava dilê hemû gelê Mêrdînê de vekir. Her wiha xelkê Mêrdînê ji ber şehîdbûna Helwest gelek xemgîn bûn."

Piştre jî peyama Ofîsa Tevgera Goran ya Ranya, YNK, Partiya Komunîsta Kurdistanê, Tevgera Îslamiya Kurdistanê û Mecîda Demokratîk a Mexmûrê hatin xwendin.

Merasîm bi dirûşmên “Şehîd Namirin”, “Şehîd Helwest Namire” û “Bijî Serok Apo” ve bi dawî bû.