Gerîlayê HPG’ê Kirmizigul li Şemzînanê ji bo rêwitiya dawî hate birêkirin

Gerîlayê HPG’ê Ferhan Kirmizigul (Avareş Zagos) ku di şerê Çiyayê Cûdî de jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Tûyê ya Şemzînanê hate veşartin.

Gerîlayê HPG’ê Ferhat Kirmizigul (Avareş Zagros) ku 2’yê Îlonê li Cûdî di şer de jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Tûyê yê Şemzînanê ber bi rêwitiya dawî ve hate birêkrin.

Cinazeyê Kirmizigul ku piştî karê otopsiyê li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê qediya, ji hêla malbatê ve hate standin, cinaze li ser rêya Şemzînan Geverê di nav wan de wekîlê Colemergê yê HDP’ê Abdullah Zeydan de jî heyî, ji hêla bi sedan kesî ve hate pêşwazîkirin. Cinazeyê Kirmizigul ku anîn gundê Tûyê piştî pêdiviyên dînî hatin bicihanîn li ser milan hate bi goristanê birin.

Di meşê de posterên Rêberê  Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên KCK’ê û HPG’ê û wêneyên Kirmizigul hatin rakirin û dirûşmên ‘’Bijî Serok Apo’’ , ‘’Şehîd Namirin’’ hatin berzkirin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo kesên ku jiyana xwe di têkoşîna azadî û demokrasiyê de ji dest dane, Kirmizigul hate veşartin. Piştî veşartinê gel derbasî konê taziyê bû.