Gerîlayê HPG’ê Karacak hat defnkirin
Gerîlayê HPG’ê Remzî Karacak (Rojhat) ê li Colemergê ji aliyê polîsên tevgera taybet ve hat înfazkirin, ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin

Gerîlayê HPG’ê Remzî Karacak ê bi nasnav Rojhat ku li Yenî Mahalle ya Colemergê duh li nêzî depoya avê ji aliyê polîsên tevgera taybet ve hat înfazkirin, ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin. Piştî karûbarên otopsiyê malbata Karacak cenaze ji Nexweşxaneya Dewletê ya Colemergê wergirt. Hevşaredara Colemergê Fatma Yildiz, rêveberên HDP, DBP, ÎHD, MEYA-DER, KESK jî di nav de bi sedan welatî bi meşeke girseyî cenaze anîn Goristana Solanê.
Di meşê de girseya ku tabûta bi kesk, sor û zer pêçayî girtin ser milên xwe dirûşmên, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” qîr kirin. Piştî Karacak hate defnkirin, ji bo bîranîna şehîdên şoreşa azadiyê rêz hate girtin û piştre sirûda Çerxa Şoreşê hate gotin.
Hevserokê Şaxa Colemergê ya MEYA-DER’ê Bedîrhan Koç ji bo xwedîderketina li têkoşîn û bîranîna şehîdan banga bilindkirina têkoşînê kir. Apê gerîlayê HPG’ê Karacak Sabrî Karacak jî got: “Bila serê gelê Kurd sax be. Divê tifaqa Kurdan xurttir bibe.”
Ji bo Karacak li gundê Rêzan wê taziye bên qebûlkirin.