Gerîlayê HPG'ê Evîndar Cûdî hat bîranîn

Gerîlayê HPG'ê Evîndar Cûdî ya di 2'ê Tebaxê de li Şemînanê di şer de jiyana xwe ji dest da, li Mexmûrê bi merasîmekê hat bîranîn.

Gerîla Evîndar Îzer (Evîndar Cûdî), ku li herêma Şapatan a Şemzînanê di şerê li hemberî artêşa Tirk de tevî du hevalên xwe jiyana xwe ji dest da, li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî bi merasîmekê hat bîranîn. Merasîma bîranînê li navenda Saziya Malbatên Şehîdan pêk hat û tevî malbatê bi hezaran kes tevlî bûn.

Merasîmê, di şexsê Evîndar Cûdî û Arjîn Elefterya (Kamer Kirmizigul) û Şevger Welat (Emrah Bayhar) ên di heman şerî de jiyana xwe ji dest dan, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir.

Piştre nameya sersaxiyê ya Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê ya ji bo malbata gerîla Evîndar Cûdî hat xwendin.

Endamê Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Dilgeş Zap li vir axivî û diyar kir, şehîd nirxê herî pîroz ê her gelî ye. Zap got, "Nirxên me yên herî mezin, şehîdên me ne. Ji ber ku şehîd ne ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî û malbatî xwe feda dikin. Ew ji bo parastina nirxên manewî û pîroz ên gelên xwe, canê xwe feda dikin. Şehîdên me, li hemberî mêtîngeran, ji bo parastina ax, welat û gelên xwe, rêya heqîqetê hilbijartin û di vê rêyê de canê xwe feda kirin. Lewma nemirin û nirxên me yên herî pîroz û watedar in."

'EVÎNDAR XWE JI BO WELATÊ XWE FEDA KIR'

Mahmût Îzer diyar kir, ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e û got, "Serê gelê Kurd û Rêber Apo sax be. Evîndar şehîdê me hemûyan e." Bav Îzer wiha axivî: "Ez bi şehadeta kurê xwe serbilind im. Bila serê Rêber Apo, partiyê, hevrêyên kurê min û gelê Kurd sax be. Ez spasiya her kesên li vê derê bi me re ne, dikim. Şehîd Evîndar şehîdê gelê Kurd e. Ji ber ku ne ji bo malbata xwe, ji bo azadiay gel û welatê xwe tevlî nava gerîla bû û di vê rêya pîroz de canê xwe feda kir. Lewma careke din serê me hemûyan û serê Rêberê me sax be."

Dayika gerîlayê HPG'ê Evîndar Cûdî Halîme Îzer jî axaftineke kurt li vir kir û got, "Hûn hemû gelekî baş dizanin bê Evîndar mirovekî çawa bû. Her çend min parçeyekî xwe ji dest daye û bi vê êşê dijîm jî, ji ber ku êşa kurê xwe û nirxên wî li dû xwe hiştine bi we re parve dikim, kêfxweş im, ez pê serbilind im. Serê Rêber Apo sax be, serê gelê Kurd û hevrêyên wî sax be."

Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bijî Serok Apo" qediya.